Polîtîk

Omer Ocalan di parlementoya Tirkiye de behsa naveroka hevdîtina bi Mamê xwe re kir..!

Parlamenterê Rihayê yê DEMê û biraziyê Abdullah Ocalan, Omer Ocalan di parlementoya Tirkiye de bahsa naveroka hevdîtina xwe û Ocalan kir.

Omer Ocalan anî ziman ku, Abdullah Ocalan di hevdîtinê de ji Sûltan Sencer heta bi Melîkşah, ji Îdrîsî Bîtlîsî heta  Yavûz Selîm, ji Abdulhamîd Han heta  Mûstafa Kemal têkiliyên Kurd-Tirkan nirxand û got, “Tifaqên Kurd-Tirkan nirxand. Nirxand ku Kurd û Tirk çawa bi hev re gihîştine vê qonaxê. Tifaq, têkilî û pirsgirêkên dem bi dem rû didin bi eşkere nirxand. Pêşniyarên xwe yên çareseriyê hebûn. Li gel vê yekê got, ‘Em dikarin vê pirsgirêkê bi  diyalogê çareser bikin’.”

Omer got ku, Ocalan gotiye:”Ya rast me dikarî bû sala 2000’î ev pirsgirêk çareser bikira. Sala 1999’an jî min got, ez ê xizmetê ji çareseriya meseleya Kurd-Tirk re bikim. Di sala 2000’î de jî min got, niha jî dibêjim. Lê belê mijar ber bi aliyekî cuda ve kişandin. Gotin, ‘Apo ji bo xwe rizgar bike vê yekê dike’. Em hîn jî li nuqteya hatine, hîn jî meseleya li parlamentê tê axaftin ev e. Sal 2024; hîn jî şer e, neçareserî ye’.”

Omer Ocalan anî ziman ku , keyfa Ocalan xweş bû, bi hêz bû, haya wî baş ji rojevê hebû û bi eşkereyî got, ew amade ye di mijara çareseriyê de înîsiyatîfê li xwe bigire. Omer Ocalan, wiha pê de çû: ” Ocalan got; ‘Bêguman dema em di peyamên xwe de qala şert û mercan dikin, ez qala şert û mercên ji bo şexsê xwe nakim. Ez ji bo şert û mercên şexsî nabêjim; ez ji bo amadekirina zemîna çareseriyê dibêjim. Hinek rojnamevanên xwe weke ji ‘medyaya muxalîf’ nîşan didin gotinên manîpulatîf dikin. Hinekan jê qala welatên sêyemîn kirin, hinek qala welatên garantor û hinek jî li gorî xwe nirxandinên cuda dikin. Bêguman medyaya desthilatdariyê jî ji hêla xwe ve hewl da vê hevdîtinê berevajî bike lê meseleyeke cidî ye. Li pêşiya me pêvajoyeke dîrokî heye; em dikarin ji hêla erênî ve, ji hêla pozîtîf ve vê pêvajoyê veguherînin pêvajoyeke mezin a aştiyeke bi rûmet. Ji xwe kesek naxwaze piştî wê bifikire.”

Omer Ocalan wiha domand: “Bêguman li ser Xezeyê axivî, li ser Rojhilata Navîn û Îsraîlê axaftin hatin kirin. Der heqê Kurdên li Iraq, Sûriye û Îranê nirxandin kir. Pêşniyarên wî pêşniyarên herî maqûl bûn. Hikûmeta Tirk an jî rayedarên Tirk gelo wê li ber vê meseleyê bên? Gelo wê zemîna vê amade bikin an na? Mesele hinek jî di vir de xitimî ye. Bêguman qala Rojava kir. Bûyerên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopîne. Çendek qenalên televîzyonê dişopîne û li rojeva xwe serwext e.”

Omer Oclan di axavtina xwe de got: Em, di nava siyaset demokratîk û di çarçoveya destûra bingehîn de siyasetê dikin. Rêxistina wî jî got ku ew ê heta dawiyê bi biryarên birêz Ocalan re bin. Lê belê hinek derdor hewl didin rewşê tevlihev bikin.”

Têbiniyek: Jix we ev hevdîtin di çavderiya MITê de pêkhatiye. Balkêşe ku piştî demek dirêj behsa naveroka vê hevdîtinê li Parlementoya Tirkiye de dike. Ji aliyek din dixweyê keyfa Ocalan xweşe û tu gazinda ji Tecrîta ku PKK rojane ji bo xwepêşandan dike tuneye. Pêvajo zîz e û banga Ocalan ji bo PKKê dê girîng be. Dewlet niha zemînê vê amade dike, lê bûyerên Suriye û rûxandina rejima Esad ev pêvajo û stratejiya Tirkiye di derbarê Ocaln de piçekî şûn ve da.

Back to top button