Blinken li gel Erdogan civiya
Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan, pêşwaziya Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blinken kir. Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Berpirsiyarê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun, Sekreterê Taybet ê Serokomariyê û Balyoz Hasan Dogan û Şêwirmendê Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê yê Serokomar Akîf Çagatay Kiliç jî di pêşwaziya ku li Balafirgeha Esenbogayê ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin de amade bûn.
Di derbarê hevdîtina Serokomar Erdogan û Blinken de ji teref Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ve daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku; “Wezîr Blinken li ser hevkariya herêmî ya xurt a Amerîka-Tirkiyeyê û berjewendiyên me yên hevpar ên ji bo piştgirîkirina veguheztina siyasî ya ji bo hikûmeteke berpirsyar û berfireh a bi pêşengiya Sûriyeyê û xwedî milkê Sûriyeyê nîqaş kir.”
Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de pêwîstiya hemû aktorên li Sûriyeyê bi rêzgirtina mafên mirovan, pabendbûna bi yasayên mirovî yên navneteweyî û parastina sivîlan û endamên komên kêmnetewan hatiye axaftin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Blinken bal kişand ser girîngiya dayîna alîkariyê ji bo koçberên li Sûriyeyê û ji bo ku koalîsyona dijî DAÎŞê wezîfeya xwe bidomîne. Hat destnîşankirin ku Wezîr Blinken di heman demê de li ser pêdiviya lezgîn a peymana agirbestê ya li Xezeyê jî nêrînên xwe anîne ziman.