Cîhan

Ala ku li Sûriyê tê bikaranîn çi peyamê dide pêşeroja welat?

Mihemed El-Beşîr, serokwezîrê nû yê rêveberiya nû ya demkî ya Sûriyê, di 10ê Kanûna Yekem de li Şamê yekemîn civîna xwe li dar xist.

Li pişt Beşîr du al hebûn; “Ala şoreşê” ya kesk, spî û reş ku sê stêrkên sor li navdene û ala spî ya ku bi reş peyva Tewhîd hatiye nivîsandin.

Ev duyemîn ala ye ku bi fermî ji aliyê Heyet Tehrîr el-Şam (HTS) ve tê bikaranîn, ku hin deverên Sûriyê kontrol dike; Ew dişibe ala Talîbanê, ku dema ku wan di sala 2021-an de li Afganîstanê ji nû ve kontrol kir.

HTŞ û komên din ên çekdar ên opozîsyonê dema ku desthilatdariya Esed di 8ê Kanûnê de rûxa û Suriye ket di bin kontrola wan ev herdu al bi karanên.

Ji wê demê ve, serokê HTS Ebû Mohammed Colanî (Ehmed el-Şara ) hewl dide ku Sûriyan piştrast bike ku dê hikûmetek yekgirtî hebe ku nûnertiya hemû mezhebên kêmneteweyan li welat bike û ku tu grûp dê neyê çewsandin.

Her wiha ji gel re dibêje ku divê ji sîstemeke desthilatdariya Îslamî netirsin.

Lê xuyabûna vê ala spî di nav Sûriyan de li ser peyama ku di derbarê paşeroja siyasî ya welat de dide de gengeşeyek derxist.

Back to top button