Cîhan

Êrîşên Îsraîl li ser xalên stratejik ên Sûrî berdewamin

Îsraîl êrîşên xwe yên esmanî yên li Sûriyeyê ku rejîma Beşar Esed lê hat rûxandin didomîne. Di dawiyê de, Îsraîlê li derdora Çiyayê Kazîyonê, ku herêmeke stratejîk a Şama paytext e, êrîş bir ser baregehên Firqeya 4, ku berê ji aliyê Mahir Esed, birayê serokê hilweşiyayî Esed ve hatibû birêvebirin.
Piştî ku komên opozîsyonê di 12 rojan de rejîma Baas a 61 salî bi dawî kir, Beşar Esed û malbata wî xwe spartin Rûsyayê. Piştî ku Esed ji welatê xwe derket, Îsraîl piştî 51 salan li ser axa Sûriyê pêşde çû.


Rêveberiya Tel Avîvê ku li gelek bajarên Sûriyeyê êrîşên hewayî pêk anî, êrîşên xwe yên li cihên cuda didomîne. Îsraîlê li derdora Çiyayê Kazyonê ku herêmeke stratejîk a Şama paytext e, êrîşeke esmanî bir ser baregehên firqeya 4an, ku berê bi fermandariya Mahîr Esed de bû.


Rêveberiya Tel Avîvê her wiha “Navenda Lêkolînên Zanistî” ya li navçeya Misyaf a başûrê rojavayê Hemayê kir hedef. Herwiha Balafirgeha Leşkerî ya Halhala ya li bakurê Suweydayê bû hedefa êrîşên Îsraîlê.

Piştî şer û pevçûnên ku di 27ê Mijdarê de li Sûriyê dijwar bûn û bi rûxandina rêjîma Baas û hikûmeta Esed, Îsraîlê bi sedan êrîşên esmanî kirin ji bo wêrankirina navendên leşkerî li Sûriyê.


Artêşa Îsraîlê bi talîmata Serokwezîr Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Yisrael Katz di 8ê Kanûnê de derbasî herêma tampon a li Girên Golanê yên ku dagirkirî bûn.

Îsraîl ji sala 1967an vir ve Girên Golanê yên Sûriyeyê dagir kiriye. Sînorên herêma tampon û herêma bêçek bi Peymana Cûdabûna Hêzê ya ku di sala 1974an de di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de hat îmzekirin hatin diyarkirin.

Back to top button