Hevpeyvîn

Haco behsa rewşa nû ya Surî û rojavayê Kurdistanê dike

Piştî rûxandina rejima Surî û derketina serokê rejime ji Sûrî qonaxek nû li Suriye û rojavayê Kurdistanê destpêkiriye. Dixweyê Suriyek nû tê avakirin. Di vê derbarê  Suriye nû û rojevayê Kurdistanê de, Rojevakurd ji bo ronîkirina hinek pirsan li gel Berpirsê Pêwendiyên Derve yê ENKSê bi Kamîran Haco re axivî û çendpirs jê kirin.

Rojevakurd: Rola ENKSê di Suriye nû de çiye? Piştî rûxandina Esad projeya we ji bo Rojavayê Kurdistanê dê çewebe?

Kamîran Haco: Di vê rewşa nû de, du rolên ENKSê hene. Yek jê li ser asta Sûrya bi giştî ye û ya dî li ser asta rojavayê Kurdistanê ye.Herdû rol jî hevûdin temam dikin.

Li ser asta Suriyê bi giştî armanc ew e ku,mafên miletê Kurd yên rewa di Sûrya nû de tesbît bike. Piştî rûxandina rejîma Sûrî, rewşeke nû peyda bûye.Weke ku tê zanîn ENKS beşek bû ji destyeya danûstandinan ya rikberiya siyasî Sûrî, herweha beşek bû ji Îtilafa Sûrî, di rêya wan de jî beşek bû ji Komiteya nivîsandina destûrê, û prosêsa çareseriya siyasî ya ku li gorî biryara 2254 ya NY ko sala 2015an der çûbû.

Lê niha û di vê rewşa nû de ne diyar e rola wê biryarê wê çibe.Ev yek wê bandora xwe li rikberiyê bi giştî bike, û di nav de ENKS jî.Herhal eger ev biryar xwedî rol be piştî hinek guhertinan di naveroka wê de ji xwe başe. Yan na divê ENKS bi serê xwe tevgerê bike ji bo ko xwe û pirsa kurdî li ser nexşa siyasî tesbît bike.

Di vê qonaxa nû de, li gel PYDê ji bo hevkariyekî xebatek heye?

Tevgereke baş ji alî Fransiyan û Emrîkanan heye ji bo hevkariyê û careke din vejandina diyalogê.Em jî ji bo berjewendiyên miletê kurd û pêşeroja wî vê gavê baş dibinin. Û amade ne.

Lê pir girînge ko PYD û HSD daxûyaniyekî bidin û tê de diyar bikin ko ew dûrî PKKê ne.Ev yek erkê Emrîka û Fransa hesanîtir dike ji bo nehêlin Tirkiye êrîşekî leşkerî bibe ser rojavayê Kurdistanê. Pêwist e ku hêdî ew hêz di çerçova berjewendiyên kurdên Rojavayê Kurdistanê tevbigerin û wan nekne qurbanê biryarên çewt.

Di vê qonaxa nû de, li gel PYDê ji bo hevkariyekî xebatek heye?

Divê karibin ji ber ev mijareke man û nemana pirsa kurdî ye li Sûrye. Em dizanin zor e lê divê bibe.

Bi salane ko hertim jî me digot, di rojavayê Kurdistanê di çerçova nakokiyên PKK û Tirkiya de bi rêve ne bin û siyasetê ne kin.Wext hatiye ko, êdî ev yek raweste. Gerek ew (HTŞ) weke nimûne bigrin. Berî çend salan ji wan hate xwestin xwe ji El Nusra dûr bêxin. Wan jî navê xwe guhert û daxuyanî dan ko, tu têkiliyên wan bi El Nusra re nînin. Îro jî em dibînin bê çewe sûd ji biryara xwe girtin.Ev biryara wan jî bû sedemê ko têkiliyên wan nehênî bi welatên xwedî bandor re çêbûn û niha difikirin ko wan jî ji lîsta têrorê derxin.

Hewldanên ji dil di vî warî de hene ji aliye hêzên navnetewî û herêmî ve. Rola Kurdistanê jî di vî warî de hem girîng e, hem  berçav e.Ji xwe bi sala ne Kurdistan alîkariya Rojavayê Kurdistanê di hemî waran de dike.

Helwesta Îsrail di derbarê pirsa Suriya nû û rojavayê Kurdistanê de, dê çibe?

Îsraîl dewleteke bi hêz e û girîng e û cîranê Sûrya ye, loma tê pişbinîkirin ko roleke wê hebê di pêşeroja Sûrye de. Di serî de wê berjewendiyên xwe bike esas. Û bê goman dewleteke Federal wê di berjewendiya wê de be.Herweha wê nexwaze Sûrya bi hêzên tundrew bê rêvebirin.

Gelek daxûyanî ji Îsraîl derketine dibêjin ko ew wê pişgiriya kurdan û Dirûzan bikin.Lê Kurd beşekin ji cıvata Sûrî û ev civat Îsraîl dijmin dibîne, loma divê kurd vê yekê berçav bigrin û hesasiyeta ko heyî hay jê hebin. Yan na di şuna alîkariyê, ev dikare  zererê bide. Ew jî ji aliye xwe ve çi dikin ji bo armancên xwe dikin û ew armnacên wan di xizmeta kurdan de bê yan na ew tîştik dî ye.

Piştî derketina Esad ji Surî tu pêwendiyek wê Amerikayê re çûbûye? Gelo YE û Amerika ji bo rojavayê Kurdistanê dê çi siyasete bi rêve bibin? Hun siyaseta wan çewe dinirxînin?

Belê pêwendî çêbûne û berdewamin.Siyaseta Emrîka û Yekitiya Ewropa di esas de li ser bingeha şerê li dijê têrorê bû, hîna jî wa diyar e.Wê bê guhertin piştî rûxandina rejima Esed .? mimkin e.Ji aliyek dî ve daxûyaniyên Emrîka û Ewropa tekeziyê li ser desthilateke medenî û piralî li Sûrye dikin, ko tê de mafên rewa yên pêkhatiyên miletê Sûrî bêne naskirin. Weke me gotî daxwazê ji rêveberiya PYDê dikin ko xwe ji PKKê dûr bikin.Ji bo karibin Tirkiye razî bikin da şer neke.

Lê ya ko ne diyare ew e ka rêveberiya Trump wê çi bike ji bo Rojavayê Kurdistanê. Gelo wê hêzên xwe yên leşkerî vekişîne? Ya ko car cara tê bas kirin. Rastiyê de kesek bersiva vê pirsê nizane û eger tiştekî weha bibe, wê Rojavayê Kurdistanê tuşî metirsiyeke pir mezin bibe û pêşerojeke pir xirab dê li pêşiya me be. Lê heta niha daxûyaniyên reveberiya Biden başin ş piştgiriyekî nişan didin.

Ji berî rûxandina Esad rolê Rusya  li Surî de gelek bi bandor bû. Niha Rusya çewene û heja  dê bikaribe di pêvajoya nû de xwedî giraniyekî  be?

Tê gomankirin ko tiştên bûyî  ne bêyî Rusya bûye.Lê xûya ye li ser erde, ne li gor lihevkirinê çêbû û ji kontrole derket. Diyar e ko şkestineke ji bo Rûsya.Gelo têkiliyên wê bi pirsa şerê Ukranyare heye?

Herhal wê Rusya hewl bide ko bi kêmtirîn zerer ji vê rewşê derkeve. Nemaze bingehên wê yên girîng li rojavayê sûrya hene. Ez bawerim wê rewşa Rusya baştir diyar bibe piştî ko Trump dest bi kar bike, û mimkine dosya Sûrya û Ukrayna tekil bibin di bazarê de.

Bi kurtî bandora Rusya gelekî lawaz bûye, lê yek car têk neçûye. Ji aliyek din ve hîna zû ye mirov basa rewşa Sûrya bi giştî bike bi wê bi kû ve biçe.Ez goman dikim hîna gorankarî wê bibin û di van gorankariyan de jî wê Rusya hewl bide sûdê jê werbigirê.

Hun siyaseta Tirkiye ya Surî û rojavayê Kurdistanê çewe dinirxînin?

Tirkiye îro girîngtirîn dewlete di pêşeroja Sûrya de.Ji ber rewşa ciyosiyasî û herweha wê alîkarî ji destpêka kirîza Sûrî de bi milet û rikberiya Sûrî re kir.

Siyaseta wê li himber rêveberiya PYD di çerçova siyaseta wê ya li himber PKKê de bû. Mixabin PYD jî di vê yeke de arîkar bû.

ENKS beşek bû ji rikberiya siyasî ya Sûrî û di wê çerçovê de têkilîyên wê bi Tirkiye re baş bûn û hîna jî başin.Strateciya ENKS ew bû ko dijminê me li Şamê rûniştiye ne li cîyekî din û çareseriya pirsa Rojavayê Kurdistanê wê li Şamê be.

Lê mixabin weke min berî niha jî diyar kir ,PYD berê miletê me li Rojavayê Kurdistanê da Tirkiye û di çerçova siyaseta PKK de tevger kir. Gelek zirar me ji vê siyasete dît, lê belkî hîna jî derfet hebe ko serast bibe nemaze li Bakur jî lîvek  bo lihevhatinê heye.

ENKS helwesta wê diyar e ji bo mafên miletê kurd di parçeyên din yê Kurdistanê, ew bi her awayî pişgiriya wan dike ko mafên xwe bi rêya diyalog û rêyên aşîtiyane bi dest bixe, li gor şert û mercên welatên ko tê de dijîn.

Gelo li gora we dê hevdîtina Ocalan û DEMê bandorekî li siyaseta PYD/HSD li rojavayê Kurdistanê de bike?

Ez bawerim wê bibe, lê ne diyare wê çawa bê. Tê gomankirin ko du nêrîn wê hebin di derbarê bêçekkirina PKK. Eger du enî peyda bibin, dê yek pere be û yek li dij be.Wî çaxî wê li Rojavayê Kurdistanê jî weha be û ev yek karê ne baş be. Herhal bi her awayî wê bandora dîtinên bi Oacalan re bandora xwe li rojavayê Kurdistanê bike.

Rojevakurd: Spasiya we dikin..

Haco: Sekeftina we dixwazim…

Back to top button