55. SALVEGERA ŞOREŞA ÎLONÊ PÎROZ BENetewa Kurd xwedî dîrokeke dirêj e. Bi taybetî du sed salên dawî tim di nava têkoşînê de derbas bûye. Ev dîrok, derdê me jî dermanê me jî li ber çavan radixe. Ger em karibin sûdê ji dîroka xwe wergirin, pêdiviya me ji tişteke din re namîne.Yek ji bûyerên herî girîng a dîroka me ya du sed salên dawî, Şoreşa Îlonê ye.

Ger pêwîst be em çend taybetmendiyên Şoreşê rêz bikin;Beyî ku veqetinên olî, çînî û hw. hebin hemû beşên netewa Kurdistanê tevlî şoreşê bûn.Şoreşeke serkeftî bû ku piştî destpêka Şoreşê 9 salan dewleta Iraqê mecbûr ma ku mafên netewa Kurd nas bike û Otonomiyê qebûl bike.Cehşên 66an nekarîn ku Şoreşê têk bibin.Kurdên perçeyên din piştgiriya Şoreşê kirin û sînorên sûnî bêwate kirin.Şoreş hîn berdewam e û cehşên 66an hîn li ser kar in. Ger em dîroka xwe baş bixwînin emê karibin li her çar parçeyan jî cehşan têk bibin û mafê dewletbûna xwe ji dagirkeran bistînin.Em bi minasebeta 55. salvegera Şoreşa Îlonê Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî û hemû beşdarên Şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin.TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ11.09.2016

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: