Civak

Peyama hikûmeta Kurdistanê ya cejna Qurbanê

Hikûmeta Kurdistanê bi payemekê cejna Qurbanê li malbatên serbilindên şehîdan, birîndaran, pêşmergeyên mêrxas û li hemû misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz dike û hêvî dike ku, em cejin cejna bidawîhatina teror û vegeryana aramî, asayiş û xweşiyê be:- Ev cejne di demekê deye ku, Herêma Kurdistanê li dijî dijwartirîn dujmnên azadiyê di şerekê dijwar daye û pêşmergeyên egîdên Kurdistanê rojane bi can û xwîna xwe berevaniyê ji Kurdistanê dikin. Her wiha ji ber ceng û hin sedemên din, rewşeka dijwara darayî hembêza hikûmet û karmendên wê girtiye ku, tîgihiştin û xweragirtina wan di vê rewşa nexwastî de, cihê rêz û spasiyê ye.Hikûmeta Kurdistanê di peyama xwe de hemûyan piştrast dike ku, mezintirîn xema hikûmetê xweşkirina jiyana welatiyan e û bi tevahî ji vê rewşê têdigihe û berdewam hewlan dide ûjibona bi lez çareserkrina vê rewşa nexwestek hemû rê û kanalan bi kar tine:- Em hêvîdar in cejna pêşerojê li Kurdistaneka azad û dûr ji şer, pirsgirêk û qeyranan be û aramî û xweşî ji bo hemûyan bihê dabîn kirin û penaber û koçberêm destê terorê bi serbilindî ji bo ser mal û halên xwe vegerin.

Back to top button