Berpirsekî Tevgera Îslamî ya Kurdistanê li Kerkûkê dibêje, niha li Kerkûkê hukmê serdema Sedam Husên tê meşandin û DAIŞ jî bi berfireh dest bi tevgerê kiriye.
Seyid Hesen Şêxanî Berpirsê Malbenda Kerkûkê ya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Rewşa niha ya Kerkûkê pir xerab e û roj bi roj xerabtir jî dibe. Tevgera DAIŞê pir zêde bûye û daxwaza pereyan ji welatiyên Kurd dikin. Ji cotkarên Kurd re gotine divê hûn nîvê berhemên xwe bidin me û her cotkarek nede wan genimê wî dişewtînin.”
Rojane berpirsên Kurd ji polîs û ji fermanber û birêvebirin ji karên wan tên dûrxistin û Erebên Şîe li şûna wan tên danîn.
Hesen Şêxanî wiha got: “Parêzgarê ku bi zorê bi ser Kerkûkê hatiye ferizkirin, rojane fermanberên Kurd ji karê wan dûr dixe, yan jî cihê wan diguhere. Berpirsên polîs ji karê wan dûr dixe û kesên Erebên Şîe li şûna wan datîne. Kerkûk bi şêweyekî berfireh tê bierebkiirn û metirsiyeke mezin li ser Kerkûkê heye, ku bi pilan û bername wî karî dikin. Kurd jî li wir bêhêvî bûne û tenê dixwazin rewş asayî bibe û mal û erdê wan neyên dagîrkirin û Pêşmerge vegerin Kerkûkê.”
Şêxanî wiha domand: “Rojane mal û erdê Kurdan tê dagîrkirin û dukan û xaniyên Kurdan tên xerakirin. Em daxwaz ji serkirdatiya Kurdistanê û berpirsên Kurd li Bexdayê dikin ku wî karî li Kerkûkê bidin rawestandin û ew siyaseta bi erebkirinê bidawî were û rewş li Kerkûkê asayî bibe, ji ber ku hêj hukm û yasayên serdema Sedam Husên li Kerkûkê bi ser Kurdan de tên meşandin.”
Seyid Hesen Şêxanî ragihand: “Ew Erebên ku anîne Kerkûkê, heya bi nasnameya wan a Iraqî tune ye. Wî karî dikin li dijî Kurdan û em karin bêjin di dema Sedam de jî bierebkirina Kerkûkê ne wek niha bû. Çareserî jî ew e ku bilez destûr bê cîbicîkirin û madeya 140 cîbicî bibe. Divê rewş Kerkûkê normal û asyayîkirin û Pêşmerge vegerin Kerkûk û navçeyên Kurdistanî û piştre parêzgarekî Kurd li Kerkûkê bê danîn, ji ber ku rewş wisa xerab be parêzgar Kurd be jî dê nikaribe rewşê çareser bike.”