PAK û PSKyê li Enqereyê hevdîtina pêk tînin

 

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirên Serokê Giştî yê PSKyê Celal Yildiz  û Hasan Tuzcu, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Mehmet Gül roja 27.05.2019an li Enqereyê, di derbarê doza girtina PAK, PSK û partîyên Kurdistanî de hinek hevdîtin pêk anîn.

Heyeta PAK û PSKyê ewil li gel Serokê Giştî yê Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan(İHD) Öztürk Türkdoğan, Paşê jî li gel Hevserokê KESKê Mehmet Bozgeyîk û rêvebirin KESKê  hevdîtin pêk anîn.

Piştî nîvro jî Heyeta PSK û PAKê li Delegasyona Yekitîya Ewrûpayê ya li Tirkîyeyê, li gel Şêwirmendê Sîyasî Vincent-Guillamaume Poupeau û Sema Kiliçer hevdîtin pêk anîn.

Hevdîtinên heyeta PAK û PSKyê bi hevdîtinên HDP  û CHPyê berdewam bû.

Li Navenda Giştî ya HDPyê Hevseroka HDPyê Pervin Buldan, li Navenda Giştî ya CHPyê Cîhgirê Serokê Giştî yê CHPyê Oğuz  Kaan Salici pêşewazîya heyeta PAK û PSKyê kirin.

Heyeta PAK û PSKyê di hemû hevdîtinan de di derbarê doza daxistina(girtina) PAK û PSKyê de agahdarî dan alîyên peywendîdar.Û piştgirîya wan xwestin.

Herweha heyeta PAK û PSKyê di van hevdîtinan de dosyayeke ku ji Îdîanameya doza girtinê û ji daxuyanîya hevbeş ya PSK û PAKê pêk hatî ku bi kurdî, Tirkî û Îngilîzî hstibû amade kirin teslîmî alîyan kirin .

Heyeta PAK û PSKyê roja 28.05.2019an li gel Sefareta Almanyayê, Navenda Giştî ya TMMOB(Yekitîya Komeleyên Mîmar û Mihendîsan) û Navenda Giştî ya Komeleya Haci Bektaşî Welî hevdîtinan pêk bînin.

PSK û PAKê ji bo hevdîtinê ji AKP, Saadet Partisi, Sefareta Emerîkayê û Sefareta Fransayê jî daxwaza hevdîtinê kiriyê.Heta nuha ne dîyar e dê kengî ev hevdîtin pêk bên.

Nerîna min :