Kultur

Yaşar Kemal pîrozbahî li Mam Celal kir

Nivîskarê mezin ê Kurd Yaşar Kemal bi boneya hilbijartina wî wek serokkomarê Iraqê, peyameke pîrozbahiyê arasteyê serok Mam Celal kir.

Ev jî teksta peyama wî ye:

Rêzdar û hêja serok Celal Talebanî, serokkomarê Iraqê

Ez bi bihîstina nûçeya dubare hilbijartina te bo posta serokkomariya Iraqê pir kêfxweş bûm. Pir bi germî ez pîrozbahî li te dikim û hêvîdar im komara Iraqê di dema desthilata te de zêdetir di nav aştî, aramî û avadankirinê de be.

Ez hêviya serkeftinê bo te dixwazim û her şad û tendurist bibî.

Digel rêz de

Birayê te

Yaşar Kemal

Stenbol-Tirkiye

2010/11/11

Back to top button