Heciyên Kurdistanê li ser rêya Erefatê ne
Endamên Hecî yên Kurd ji bo weqifkirina Erefatê destpê rêwîtiyê kirin. Ji bo jiyankirina sunnetê payamberê Îslamê Hz. Mihammedê ji Arefetê destpê rêwîtiyê kirin û divê 25 km jî bimeşin.
Endamên Hecî yên Şafii piştî meşa 8 km’yê tên Mînayê û dû re jî piştî nimêja roja Arefeyê 17 km’yê dî bimeşin.Hinek Hecî jî bi trimpêlên xwe tên Mînayê û şevekî li Minayê dimînin pişt re jî bi peyatî meşa 17 km dikin.
Endamên Heciyê ji serê sibêhî îhramên spiyê lixwe dikin û bi şemsiyeyên xwe destpê rêwîtiyê dikin û bi danê nîvro jî digihîjin Mînayê. Piştî nimêjên xwe heta ku roj biçe ava dê li Erefatê bimînin. Di pey van de bi otopêsan tên Muzdelifeyê .Di dawiyê de jî ber bi keviravêtina îblîsê ve diçin.
Endamên Hecî piştî tawafa serlêdan û jêkirina qurbanan traş dibin û ji îhramê derdikevin û piştî kevir avêtina îblîsê erkên xwe temam dikin .