Li Îranê 2 kurdên din jî hatin dardekirin
Hikûmeta Îranê bi idîaya bazirganiya bêhişkerî ji salekî zêdetire du Kurdên bi navê Abdulhaluk Behmer û Abdullah Behmerê li girtîgeha Turbetîcamê girtî bûn û do şev her du Kurdan hatin dardekirin.
Hate diyar kirin ku Abdulhaluk Behmer û Abdullah Behmer do şev di seat 21:00an de hatin dardekirin.Her du Kurdan li ser nifûsa bajarê Urmiyeyê qeydkirîbûn. Her du Kurdan do şev bi rêya telefonê ji malbatên xwe re behsa dardekirinê kirîbûn û alîkarî ji sazî û rêxistinan xwestîbûn.
Berpirsyarên Îranê ji her du girtiyan re dema înfazkirinê wekê serê sibê di seat 05:00’an de nîşandabûn.Lê înfazên her du Kurdan şeva berê di seat 21:00an de hatin dardekirin.
Hate îdia kirin ku,li gorî îslamê îro û sibê rojên Şerefe û Arefene û ji bervê yeke Rejîma Komara Îslamî ya Îranê înfaza her du Kurdan zû hate kirin.Xizmên girtiyan jî ji ber zûkirina înfazan, dewleta Îranê şermezar kirin.