Nivîsar

Du serokên kurdan yên bi rûmet

ÊRÎŞÊN JI BO PÊŞEWA QAZÎ Û SEROK BARZANÎ DIBIN EW KARÊ NEYARAN E!..

Berî her tiştî rêxne, ne êrîşkirine. Rexne dema di ciyê xwe de be, kesê têye rexnekirin, ji rexneyê sûd werdigire. Dema rexne, ciyê xwe bide êrîşkirinê, rexne ji rexnetiye derdikeve, ew dibe êrîş!..

Li hemî cîhanê serokên netewan hene. Serokên netewan şan û rûmeta wan netewanin. Heke gel li serokên xwe xwedî dernekeve, şans û dahatuya wî netewî nîn e. Di vê derbarê de netewa Kurd hêjar e. Ji ber ku serokên xwe di dîroka Kurdistanê de baş neparastine. Di aliyê serok parastinê de, netewa (milet) Kurd gelek di nav qelsiyan de maye! Wek mînak: Di sedsala bîstan de dagirkeran gelek serokên Kurdan daliqandine û bê tesîr hîştine. Wek Qralê Kurdistan Şêx Mehmud Hefîdê Berzencî, dema wî qralitiya xwe îlan (paytext Silêmanî, 1921) kir şunda, ji aliyê Îngîlizan ve hatiye dîlgirtin. Cara yekemîn li cîhanê bi balafirên şer bombe li ser Kurdistanê hatine barandin û ew dewleta nû ji aliyê împeryalîstan ve hatiye rûxandin. Qralê wê jî, ji aliyê Îngîlizan ve hatiye dîl girtin. Ew sûrgûnî bajarê li Hîndîstanê yê bi navê Bombayê kirine û dewleta damezrandin jî têkçûye. Paşê ew dîsa vegeriye welatê xwe û rojên xwe yên dawî di nav pêrîşaniyê de derbas kirine. Ew (1881-1956) li Bexda çûye ser heqiya xwe. Şêx Seîdê Pîran, Seyîd Rizayê Dersimî, Serokomarê Mehabad Qazî Mihemed, ewna jî, ji aliyê dagirkeran ve hatine daliqandin (dardakirin). Dr. Qasimlo, Dr. Şerefkandî jî, ji aliyê ajanên Îranê ve li Ewrûpeyê hatine qetilkirin. Serok Mela Mistefa Barzanî (1903-1979), wî hemî jiyana xwe ji bo Kurdistanek azad borandiye. Li ser peymana Cezayirê bûyî, şerê çekdar hatiye rawestandin û ew neçar maye biçe Emerîka. Wî jî salên emra xwe yên dawî bi keser û kovanan borandine…

Metelokek (gotina rûspiyan) Kurdan heye. Têye gotin ku: „Kurmê darê ne ji darê be, zewala darê nîn e!“ Di nav Kurdan de, kesen Kurd ku yên wan zerar dayî Kurdan, ji ya gelek neyaran zêdetir e! Ji wana yek mînak jî, di hevpeyvîna hefteyên borî ya bi Elî Qazî re bûyî bû. Di hevpeyvînê de li ser pêwendiya di navbeyna nemir Mela Mistefa Barzanî û Pêweşa Qazî Mihemed de bûyî, li ser hin pirsên dîrokî hatiye rawestandin. Elî Qazî lawê Pêweşa Qazî Mihemed e. Ew li Ewrûpa dijît. Di dema borî de Elî Qazî û Abdulmelîk Firat xwestî bûn di navbeynê rêxistinên Kurdistanê de, nekokiyên heyî bi rêyek aşitîxwaz çareser bikin. Dema ligel birêz Mesûd Barzanî vegeriyabûn Al-Beka, çawa bû, rê li pêşiya wan hatî bû qutkirin. Rola wan ya di navbeyna hêzên Kurdistanê de bibe jî, wê demê ji holê hatî bû rakirin û pûçkirin!..

Elî Qazî dibêje: „”Nemir Barzanî û Pêşewa di dema xatirxwestinê de, bi ser hev de giriyan!” Çawa ew negîryana! Wan hemî jiyan û hêza xwe dayî bûn Komara Mehabad, ku wê bidin jiyandin. Pêşewa Qazî Mihemed, dema ku komar ragihandî bû, wî sonda xwe ya herî mezin jî xwarî bû, ku ewê heta dawiya dilopa xwîna xwe di xizmeta netewa xwe de û di doza têkoşîna welatê xwe de berxwe bide. Lê dawî de têkçûn bû para Kurdên Mehabadê. Bi ser hev de gîryayiya Pêşewa û Serok Barzanî bê wate nîn bû. Serok Barzanî, wî ew qedera li pêşiya Pêşewa Qazî Mihemed heyî nepejirand. Lê çi mixabin Serok Barzanî, Qazî bi destneketin û di berxwedanê de jî îqna nekirî bû!..

Qazî di encamê de li ber sêpêyê bi serbilindiya xwe, bi sond, doz û daxwaza xwe bê dawî kir. Lê belê Mela Mistefayê nemir bi têkoşîna xwe ya dûr û dirêj, bi lehengiya xwe, wî ew rojên îro Kurd tê de dijîn, wî ew diyarî Kurdan kir! Welatê Kurdan Kurdistan, wî bi têkoşîn û bi têkoşeriya xwe ew ber bi azadiyê meşand û heya roja îro anî. Ne bes tenê ji bo Pêşewa Qazî Mihemed û Serok Mela Mistefa Barzanî, ji bo hemî cangoriyên Kurdistan, pêwist e, ku çi bikev ser milê Kurdan, wê ji wan re nîşan bidin. Pêşmergeyên qehreman bi hezaran giyanê xwe ji bo Kurdistanê fîda kirine. Gelo ma ji vê berztir û hêjatir li dinê çi heye? Kurdên îro dijîn, ma ew li doza cangoriyên xwe nebin xwedî, Kurdewatiya wan li kî derê dimîne?..
Neyar dixwazin wek her car dîsa Kurdan bera hev û du bidin! Di hevpeyvîna Elî Qazî de, li ser Kurdê bi navê Îrfan Qanlî Ferd jî hatiye rawestin. Gelo yê di xizmeta dagirkeran de kar dike bes Îrfan Qanlî Ferd tenê ye? Lê yên din? Ewên ku bi hezaran li gel neyaran û li dijî gelê xwe kar dikin, ma ew Kurd in?!.

Em carek din bala xwe bidin ser gotinên Elî Qazî. Ew li ser Irfan Qanlî Ferd dibêje: Di demek wusa hesas de, hewcedariya Kurdan bi bratiyek xurt û dilpak heye, ku bêtir ew hev û du hembêz bikin û nekokiyên heyî ji nav xwe rakin. Lê binerin ku di pirtûka xwe de Irfan Qanlî Ferd li ser çi radiweste? Li ser bîreweriyên Mam Celal nivîsandina wî, bi nizmkirina berhev anîna Pêşewa Qazî û Serok Barzanî ma qet ew hevdu digirin?!.

Bê guman demên borî de di navbeynê PDK û YNK de karên Kurdan jê zirarên mezin dîtin bûn. Lê ew karên ne baş li paş man. Îro her du partî di xizmeta netewa Kurd de rolekî mezin dayîne ser erkên xwe. Di demek wusa girîng de serokên Kurdan îro dijîn, bi serokên ku bi kar û barên xwe û bi rûmeta xwe ji nav me barkirin, çûyîn, bûyîn dilovan bi mînakên ne di xizmeta netewa Kurd de, bi berhev anîn, ew qet ne karê Kurdan e. Ew karê neyaran e, an jî karê sîxûrên neyaran bi navê Kurdan, di nav Kurdan de kar kirine…

Serokomarê Dewleta Iraqê Mam Celal Telabanî û Serokê Hikumata Herêma Kurdistan Birêz Kak Mesûd Barzanî di rêyek bratiyane de di xizmeta Kurdistanê de, ew îro karên hêja yên netewî û navnetewî dikin. Ma hemî Kurd ne piştgirên wan bin, ewên bi serê xwe tenê ji bo Kurdan çi bikin? Ya din jî, li hemî cîhanê, hemî netew li serokên xwe xwedî derdikevin. Dema netewa Kurd bi gelemperî li pêşewayên xwe xwedî dernekevin, pêşewa û serok bi serê xwe tenê yê çi bikin? Ma qet tenê bi serê xwe, ew serdikevin?!.

Serokên Kurdan yên ji nav me bar kirin û çûyîn, ewna rûmeta gelê Kurd in. Serokên îro di nav Kurdan de dijîn jî, ew ji bo duweroj yê bibin berpirsiyarê karên xwe. Serok çiqas bê kêmasî bin, ewên ji aliyê gel ve jî ewqas bêne hezkirin û bêne hembêzkirin.

Kurd ji her demê bêtir neçarin, ku li serok û rêvabirên xwe xwedî derkevin û wan biparêzin!..

14.11.2010
A. BALÎ

Back to top button