Polîtîk

Yalçin Akdogan: PKK roj bi roj tengav dibe

 
Prefesor û şarezayê zanistên siyasî Dr. Yalçîn Akdogan di analîzeke xwe de ku di malpera Star a tirkî de weşandiye behsa konfrensên kurdên rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê dike û dibêje ku Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê partiyên kurdên Rojava li Hewlêrê civandin û peyameke gelek giring da kurdên Sûriyê:
–          Barzanî grûpên kurdên Sûriyê anîn ba hev û peyameke gelek giring ji kurdên Sûriyê re şand û got; Ji bo her guhertinekê xwe amade bikin, yek deng bin, bi hev re kar bikin û serdema bikaranîna çek û şidetê nema.
–          Destê biratî û dostîniyê bi birayên xwe yên tirk, ereb û faris dirêj bikin û nîşanî wan biden ka hûn çend azadîxwaz in.
 
Doç. Dr. Yalçîn Akdogan di nivîsa xwe ya şiroveyî de dibêje ku helwesta serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gelek giring bû, lê PKKê li hember wê konfrensê helwestkî req nîşan da:
–          PKKê ew konfrens bi wê yekê wesif kir ku yekêtiya kurdan têk dide. Bi vî awayî PKKê dawî li helwestê xwe yê ku rû bi rû yê Barzanî nebe bidawî anî. Diyare peyama Barzanî PKK aloz kir, ji ber hindê nuha PKK hewil dide ji bo jiyana xwe vîyekî nû dabîn bike.
 
Prefesor û şarezayê zanistên siyasî Dr. Yalçîn Akdogan di analîza xwe de dibêje ku PKK roj bi roj tengav dibe û dixwaze meydaneke nû ji xwe bibîne, PKK guman dike ku destê Amerîka û Tirkiye di amadekirina wê konfrensê de hebe daku PKKê ji rojevê der bikin,”Jiber hindê PKK gelek acize û helwestêm req û dijwar nîşan dide.”

W:Rojevakurd

Back to top button