Polîtîk

Li Kurdistanê bazarek stratejîk

 
 
Rojnameya Borsaarti ya tirkî çend zaniyariyan li ser konfrensa kurdên Rojava ku, berî heftiyekê li Hewlêrê hatibû encamdan, eşkere dike û li gor zaniyariyên rojnameya navborî  Tirkiyeyê piştgirî li wê konfrensa Hewlêrê kiriye. Rojname diyar dike ku ji ber ku hikûemeta Tahranê hewil dide PKKê li Sûriyê xurt bike û alîkariya rijêma Sûriyê bike, Tirkiyeyê jî piştgiriya konfrensa Hewlêrê ya kurdên Sûriyê kiriye.
 
Her li gor zaniyariyên rojnameya Borsaarti tirkî, hikûmeta Tahranê li hember helwestê Tirkiyeyê yê li dijî Sûriyê dilgiran e û her ji ber vê yekê Îranê, Qasim Silêmanî serokê beşê operasiyonên derve yê Pasdarên Îranê, meha 10 sala borî, ofîserek bi nave Îreç hinarte Kurdistana Îraqê û digel Barzanî civiya û daxwaz ji Barzanî kir ku piştgirya PKKê bike.

Di rêya vegerê de bo Îranê, ew ofîserê îranî li Qendîlê digel berprisên PKKê cviya û 5 milyon dolar alîkarî dane PKKê û jê re gotiye ku Îran dê alêkariyên pere, sîxorî û zaniyariyan bike lê dive PKK jî çalakiyên xwe li Sûriyê xurt û berfireh bike.
Rojname dinivîse ku di vê demê de Barzanî digel 9 serkirdeyên siyasiyên kurdên Sûriyê civiya ji wan re got ku hûn piştgitya kê dikin bikin ya giring ew ku ew piştgirî di çarçoveyê berjewendiyên Kurdistaneke mezin de be.

Piştî Tirkiyeyê zanî ku Îran piştgirya PKKê dike ku li Sûriyê çalakiyên xwe berfireh bike, Tirkiyê jî piştgiriya konfrensa kurdên Sûriyê kir.

W:rojevakurd

Back to top button