Polîtîk

Hewldanên hukumetek netewî berdewamin

Cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê û berendamê serokwerê Kurdistanê Nêşîrvan Barzanî berdewamî hemû aliyên siyasî û olî yên Kurdistanê re hevdîtina dike. Barzanî hevdîtinên xwe li gel wan aliyên ku ne di parlementoyê de jî dike.

Armanca Nêçîrvan Barzanî ji van hevdîtina ew ku, her aliyek siyasî û dam û dezgehên Kurdistanî pişgiriya hukumeta ku nû bê avakirin bikin û li Kurdistanê di vê prosesa zîz de yekiyiyek netewî pêkbîne.

Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî li gel aliyên siyaî Turkmenî

 

Di çerçova hevdîtin û serdanên xwe de Nêçîrvan Barzanî  serdan aliyên siyasî yê Tirkmenên Kurdistanê kir. Aliyên Tirkmenan pişgiriya xwe ji bo qabîneya nû diyar kirin û herweha pêşniyarên xwe berfireh pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kirin.

Barzanî li gel aliyên siyasî yên Mesîhiyan

 

Herweha Nêçîrvan barzanî serdana aliyêîn siyasî yên mesîhiya kir û li ser rewşa Kurdistanê û damezirandina hukumeta nû ya Kurdistanê gotubêj kir. Mesihiyan bi hêz pişgiriya xwe ji bo kabîneya nû diyarkir û Mesihiyên Kurdistanî pêşniyarên xwe ji bo Barzanî diyar kirin.

Nêçîrvan Barzanî û Şêx Sideq Ebdulezîz(Wene: Kurdistantv)

 

Herweha di çerçova hevdîtinên xwe de Nêçîrvan Barzanî serdana Tevger a Îslamî ya Kurdistanê kir û ji aliyê rêberê giştî Şêx Sidêq Ebdulezîz ve hate pêşwazîkirin. Di vê hevdîtinê de li ser girîngiya pêwendiyên di navbera partiyên siyasî yên Kurdistanê hate sekinandin û rewşa giçtî ya Iraq û Kurdistanê hate nirxandin.

Rojevakurd

Back to top button