Kovara We hêjmara nû derket
Dema We Xweş Be…
Kovara We bi rewşeke nû û nûjen li pêşberî We ye!
Em hêvîdar in ku hûn xwendevanên hêja pê dilxweş bin.
Wek hûn dizanin êş û azaran dest ji pêxêla me kurdan bernedan, lê jiyan her didome û divê bidome jî û divê em dikaribin êşan wergerînin hêza jiyanê. Bi vê mebestê em êşa erdheja Wan û Erdîşê, Qilebanê û Geliyê Tiyarê parve dikin û sersaxiyê dixwazin. Em hêvîdar in ku ev êş verguherin jiyaneke azad û hêja. Lê bi her awayî parvekirin, alîkarî, destek û xwedîderketin divê, ruhê civakî divê.
Kovara We weke sazî xelata Wêjeya Kurdî ji Egîtîm-Sena Êlihê wergirt. Em bi vêna kêfxweşî û malavahiya xwe tînin ziman ji bonî yên ked dane vê xebatê; ji yên ku kirine ku Kovara W ji çilê xwe derê… Bi çilhejmariya xwe W dike ku ji çilê xwe derkeve û bihêztir têkeve xizmeta wêje, çand û hunera kurdî. Û hilbet ev bar dikeve ser milê we xwendevanan jî; bi hêz û keda we dê W hê geştir bibe.
Me got êş, azar û pêkutî ji jiyana me kurdan kêm nabin, Kovara We jî ji van pêkanînên derzagonî, dermirovîn û dijdemokratî para xwe wergirt û Şêwirmendê Hiqûqê yê Kovara We Mehmet Nurî Denîz jî hate girtin, lê wê berxwedana wêjeyî ya jiyaneke azad, hêja û birûmet wê her bidome. Em dizanin ku azadî ne dûr e û herî zêde mafê kurdan e. Li ser vê xaka qedîm bi qasî ku ked dayê mirovahiyê ew qasî jî neheqiya dibîne lê wê jiyaneke hêja û mîna çiyayên hur jî bi dest bixe ligel tevayê gelan; tu bend û zordarî nikare li ber vê pêlê bibe bend. Pêla herî xurt a wêjeyê ye û ji ber vê divê em wêjekar û wêjehez hê behtir piştgirî û hêza xwe bidin vê pêla azadiyê; Kovara W li benda piştgirî û hêza pênûsa we ye ku ji şûr tûjtir û bihêztir e ev hêz!
Bi hêviya ku sala nû bibe bihara azadiyê û gelên Rojhilata Navîn bi awayekî azad bijîn Sersala We Pîroz Be; her çiqasî sersala me Newroz e jî..!
Wek nîşeyekê em dîsa bi bîr bixin ku; her nivîsên ji kovarê re tên, bên weşandin an jî neyên weşandin dibin malê kovarê. Nivîsên ku tên şandin beriya kovarê divê li tu ciyên din neyên weşandin û nivîskarên hêja dema ku nivîsên xwe dişînin ne hewceye ku bibêjin “hûn ê biweşînin an neweşînin?” Ligel rêzdarî û hiqûqê nivîsê me xwest em bînin ziman. Bi şertê ku çavkanî bê diyarkirin jêgirtina ji kovarê jî serbest e.
Dîsa li girtîgehan sirgûn li dar ket û hin navnîşan guherîn, lê ji dil û mêjî re sirgûn bêçare ye. Ger ku kovar negihat destên kê, ji kerema xwe re navnîşana xwe ji nû ve ragihînin me!
Kovara W hewl dide ku ne ji du mehan carekê, her dem peywira xwe ya navgîniyê di navbera rewşenbîr, nivîskar, hunermend, gel, çand, huner û wêjeya kurdî de bi cih bîne. Ji lewre gotûbêjên li ser çand, huner û wêjeyê li dar dixe da ku têkiliyên nivîskarên xwe bi gel re û yên gel bi çand, huner û wêjeya gelê kurd re xurtir bike û germtir bihêle.
Ji bo ku nivîskarên me yên hêja bikaribin bi bêhna fireh lêkolînên xwe bikin û nivîsên xwe binivîsin em ê mijarên sê dosyeyên xwe yên di dorê de bi we re parve bikin. Ji bilî wêjeyê Kovara W dixwaze ku xwendevanên xwe ji çand û hunera kurdî jî bêhtir agahdar bike û vî kara bi şarezatiya çandnas û hunermendên kurd bike. Ji lewre dosyeyên hejmarên bê û kesên ku ew ê van dosyeyan amade bikin em ji niha ve deklare dikin da ku hûn bikaribin bi wan re bikevin têkiliyê û nivîsên xwe ji wan re bişînin.
* Ji bo hejmara Adar & Avrêlê, mijara dosyeyê Wênekêşiya Kurdan e, amadekarên vê dosyeyê Mehmet Masum Suer ([email protected] ) û Kovara W ne.
* Ji bo hejmara Gulan & Pûşberê, mijara dosyeyê Hevrêtiya Pênûs û Firçeyê; Fewzî Bîlge ye, amadekarên vê dosyeyê Berçema Mişrîtan ([email protected]) & Kovara W ne.
* Ji bo hejmara Tîrmeh & Gelawêjê, mijara dosyeyê Cizîra Botan, amadekarên vê dosyeyê Kovara Hawara Botan ([email protected]) & Kovara W ye.
Çarîneke Baba Tahirê Uryan (Hemedanî) weke zarê dema me, diyarî We ye;
Lorî Kurmancî
Serim çûn goyî der meydan bigerde Serê’m wek gizgizokê li meydanê digere
Dilim nez ehd û nez peyman bigerde Dilê’m ne ji ehdê ne ji peymanê vedigere
Eger dewran be namerdan bigerde Heke dewran bi destê namerdan bigere
Nişînem ta dîger dewran bigerde Ez ê venişim ta ku dewraneke nû were
Bendewarên adarê – Rêdûr DÎJLE / 52
Pêşdan
Navnîşan
Kalem Sk. No: 32/4 Huzurevleri
Kayapınar/DİYARBAKIR
Tel & Faks: +90 412 237 43 16
E-Mail
[email protected]
[email protected]
Şertên Abonetiyê
Nava Welat, salek: 30 TL
Welatên Dereke, salek: 70 EURO