Nivîsar

Xwîna mesîhîyan axa Kurdîstanê de kulîlkên xemgîn vedike

Îro wijdana min di gerdûnék tarî û hewr de digere! Dilé û mejîyé min xemgîne! Belé, nahé pejirandin ku bînim ziman, bes rastî nahé veşartin. Îro salvegera Komkujî ya Ermenî 97’e ku dilé min dixeriqîne! Ka merov çewa xemgîn nebe!

Dîrok gované gelek nexweşî ya ne. Bes nexweşîyén ku merov déheşînin û car bi caran seré merov dixe ber merov, bédadî û zorbazî ya ku hatine kirin e. Bégûman ji van yek jî Komkujî ya Ermeni 1915’e!

Pişté tékçûna Şeré Ottoman’énTirk bi Balkan’re (1912), li gel Tirkan nejatpresetîyék xeternak destpékir û 23 Çile 1913’de hézén nejatperest sîndoran bandor kirin. Bi ev, hézék zorbazî hat sazkirin. Li ser navé Ottoman: Enver Paşa (Wezîré Şer) Talat Paşa (Wezîré Karé Navîn) û Jemal (Djemal) Paşa (Wezîré Hézén Deryayî) dest bi dest serî li plané xwe yé tarî kirin. Destén wané mérkuj û çavén wané sor li kuştîna digerîyan. Cevîn li ser cevîna çékirin û bîryaré érîşa dijé Mesîhî yan dan!

Li ser plané érîşé xwe domandin û çiqas zorbazî û béxwedayî hebûn bezandin! Her weha plané fermané dan! Bîryaré wan komkujî bûn! Nîşana komkujî yé weké em dizanin şeva 24 Nîsan 1915’de li Stambol’é bi binçavkirina 200 Ermenîyén rewşenbîr, serokén cevaté û cîgirén civaté dest pékir! Kesén ku hatibûn binçavkirin hatin koçberkirin ango bi rewşék tundî hatin kuştin! Li ser vé de zéde derbs nebû ku hejmara binçavan deket 600’î. Reben leşgerén Ermenî ku li hézé Tirka de bûn bi zorbazî yék mezin biwan sîper didan kolandin û nava sîperanda li pîyan wan dikuştin! Alîyé din de hézén ehlewî diketin nav malén Ermenî ya û kî biketan destén wan bi zorbazî yé binçav dikirin. Bi binçavkiriné heta sîndoré Surya yé wan derxistin meşa miriné! Ewé ku ketibûn destén wan béçare dimeşîyan. Bi evre dilé leşgeran kîjan jin ango keç bixwestan berçavé malbanta wan xerabî danîtin seré wan. Ji bo wan tev zorbazî karék zîrék bûn û çiqas dikaribûn jin, zarok, kal û pîran koçber dikirin!

Her weha zorbazî ya wan berdewam kir! Meşa koçberî yé de bi xençar û érîşén tundî Mesîhî yén reben hatin kuştin! Ev komkujî heta wek té gotin milyonék û nîv berdewam kir!

Em tev zanin ku kuştin sucék girane. Ev xem nine ku yek ango bi milyonan be. Can girtin tené û tené dikare bi destén Xweda bibe. Ber vé yeké li ser Komkujî ya Ermenî yan heta dawî ya gerdûné jî nahé peşirandin ango jibîrkirin. Bes yé ku min zéde deheşîne li ser navé Musulmantî yé Kurdén mehé ku bi lîstokén Ottomanan hatina xapandin û di Komkujî ya xuşk û birahén mehé Mesîhî de cîh girtine. Ev, rureşî, bérûmetî û zorbazî merov dîroké de şermezar dike! Ez wek Kurdek ji ber suçén nijada xwe de şermezarim! Her weha şahadé bîranîna kalé xwe me! Kalé min li ser navé merovatî û Xweda tev rîskén giran dahé berçavén xwe û çi ji destén wé hatiye piştgirî dahé Mesîhî yan. Bes piştgirî ya çend Kurdan, suçé Kurdén din paqij nake!

Dadî ya Xweda mafén kesék ji keskîre nahéle. Ji ber eve ku ruyé me Kurda nakene, dilé me şanabe! Em ger jibîr nekin ku rastî eşkere ye. Ottoman’é ku Ermenî yan bi Kurdén me dan kuştin, îro jî me dûkjin! Em dibînin ku li ser istiré çavan bextiyarî çénabe! Heta bénha istiré çavén Ermenîyan ji axé bé û kulîlkén xemgîn di axé de vebin, emé rojén spî nebînin. Ber vé yeké ger em xwe çavde derbas kin. Merov ger nebe şirîgé biryarén tarî! Her weha Ottomananşermezar dikim, héşa xuşk û birahén xwe yé Mesîhî bi xemgînî yék mezin bîrtînim û bejna xwe li bér héşa wan de ditewînim.

Solîn HACADOR


(Gelavej)

Back to top button