Cîhan
Qibris a Bakur wê xweseriyê îlan bike
Rojnameya herî bi bandor a Komara Qibrisê a Ruman Politis, îdiayek avête holê û rê bi niqaşên mezin re vekir.
Rumên Qibrisê, gotûbêj dikin ku, ger heta 1ê Tirmehê ji muzakereyên Qibrisê encam neyê girtin û Serokatiya Heyamê a Yekitiya Ewrupa derbasî Rumên Qibrisê bibe, aliyê Tirk wê “plana B”yê bixe dewrê.
Gorî rojnameya Politis, plana B a aliyê Tirk jî îlankirina xweseriyê ye. Wê bji civakên navneteweyî re vê peyamê derxînin peş,“KKTC ne di bin bindariyê de ye, bi hebûn û saziyên xwe xweser e.”
Wezîrê Karêderve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ev angaşteya rojnameya Politisê derewand. Davutoglu, “ev tiştana divê mirov bi esprî nêzikê bibe, ne tişten rast in.”