Polîtîk

Ozdemîr: Gelo kesên Roboskîyê bi zanebûn û xwestin hatin kuştin?

 
Parlementerê Partiya Gel a Komarê (CHP) û Endamê Komisyona Lêkolînkirina Roboskiyê Malik Ecder Ozdemîr, helwesta saziyên dewletê ya li ser veşartina bûyerê rexne kir. 
Parlementerê CHPê yê Sivasê Malik Ecder Ozdemîr, endamê komisyona lêkolînkirina bûyerên Robiskiyê ye.

Di  resepsiyona 23ê Nîsanê de Sererkanê artêşê Necdet Ozelê ku gotibû, “darazayê biryara veşartinê da, kes rîayeta vê nake” ji Ozel pirsî, li Roboskiyê çit ê veşartin. Ozdemîr,”dizanibûn ku ne terorîstin û eceb ji aliyê hinekan ve  bizanebûn û bixwestin hatin kuştin?” û diyar kir, saziyan di mijara veşartinên de îtifak kirine, ew jî gumanan zêde dikin.

  
Özdemîr, “4 meha berê, bi balafirên xwe me 34 gundî ku piraniyên wan zarokbûn, kuştin, ev rastiyek e. Ji bo ku vê bûyerê lêkolin bike, komisyon hat avakirin û ez jî endamê vê komisyonê me. Ez jî û hemû raya giştî difikirin ku, di destpêkê de heta roja îro, ji ber îstîhbarateke xelet ev bûyera wahîm qewimîye.”

Araf/Rojevakurd

Back to top button