Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, bi Tarik El Haşimîyê ku Hikumeta Iraqê ji bo biryara girtinê daye, re hevdîtinek pêk anî.

Erdogan, di hevdîtina bi Haşimî de gengeşiyên navbera Tirkiyê û Iraqê nirxandin. Hevdîtin li Serokwezaretiyê zêdetirî saetekê ajot.

Alîkarê Serokomarê Iraqê Tarik El Haşimî, piştî hevdîtina Erdogan, ji serokwezaretiyê veqetiya û ji bo Wezîrê Karêderve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu re bê cem hev kete rê. 
Haşimî, berî hevdîtinan çûbû Navenda Partiya Saadetê û derbarê têkiliyên Iraq  û Tirkiyê de, got, “têkiliyên Iraq û Tirkiyê wek ewrên baharê ne, yê werin û herin.”

 

Araf/Rojevakurd

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: