Civak

Xwekujiya berpirsê polîsên Xozatê

Berpirsê polîs ê navçeya Xozata Dêrsimê Çaglar San xwe li mala xwe bi demaçeya dewletê kuşt. Bepirsê polîsa tenê berikek berdaye qoqê serê xwe û xatir ji jiyanê xwestiye.

Sawciyê Xozatê çûye mala rêvebirê polîsa û dest bi lêkolînan kiriye da bizanibe ka sedemê kuştinê çi ye.

Rêvebirê xwekuj, pênc meh berê hatibû Xozatê. Berê jî bi salan parêzvantiya Wezîrê Navxwe Ebdulqadir Aksu kiribû.

Hêjayê gotinê ye ku li Xozatê fîşkirina xelkê ji aliyê polîs û cendirmeyan ve hatibû rojevê û gelek gotubîjin hişk û tund jî çêbûbûn. Dibe ku ”xwekuji”ya berpirsê polîsan ji ber vê yekê çêbûbe yan jî hinan wî kuştine ku sûsa ku wî xwe kuştiye danê.

Back to top button