Xofê Ji xwe re nekin pax !
XOFÊ JI XWE RE NEKIN PAX !
Jîyan bê xof , bê tirs ne rengîne çimkî xof piçek berpirsîyarî li mirov bar dike, lê ev jî heye xofa herî zêde li ser jîyanê tesîrekî, bandorekî wisa dike; jîyan sero bin dibe carnan. Xofa bêwate derûnî ya mirova jî xerab dike. Xof ku bibe pax(fobî) divê bi tedawîya (dermankirin) pisporên psîkyatrî bê çareser kirin. Ji berê de heya niha civaka Kurda ji hevûdu re xof peyda kirine û hevûdu bi xofên bê wate tirsandine ! Bi çîrokên xwe, bi metelokên xwe, bi qewelikên xwe xof hûnandine û van vegotinan bê hay bûn li ser jîyana wan bandor kirîye ! Xofa zikê wan li ser kesahî ya wan jî tesîrekî neyînî kirî ye…
Cûreyên xofê, taybetî, malbatî, civatîne. Mirov dikare sedemên xofê jî bi du cûreya binavke. Yekem, jê xerabî dîtin e; ya dudoyan jê fêde girtin e. Tişta mirov jê xerabîyê bibîne ji bo mirov dibe xof, tişta mirov jê fêde bigre ji bo neyê winda kirin mirov bi xofekî erênî di parêze. Xofa fêde girtin li mirov berpirsîyarî jî bar dike, kesahî ya mirov di nav sînorê vê xofê de gehîştînekî pêk tîne. Rûmet û xof dibin wek destebirak ji hev re, di nava çerçoveyekî de hevûdu sehêt dikin.
Zemanê berê di koşk û qonaxên gunda de çîrokbêj hebûn, mijara çîrokên wan bi piranî li ser xof û tirsê bû. Qala sawêr û rotê şevê dikirin. “ Nizanim li kîjan deverê li kîjan newalê sawêr, dil û cegera kîjan mirovî bi pencikekî xwe qetandîye û xwîna wî vexwarîye…hwd ” Dîsa dihate gotin “ nizanim li kuderê filankes şev di ber goristanê re derbas bûye, sawêr bi çekê sipî li xwe kirî ji paş re dest avêtî ye stûyê wî qetandîye û birîye kirîye gora xwe ….hwd “ Kesên di civatê de nikaribûn bigotina “ malneket ma qey mirîyên me cinawirin ?qey mirovan dixwin ! “ Mijar û babetên suhbetê ku xof bû qala fîraran dikirin, qala cendermeyan dikirin, wexta merûyek bi rêyekî de biçûya û biketa newalekî ji şêlandina fîraran di tirsîya. Gava cendermeyek bi dîtina direvin di mejûyê wan de xof peydabibû carek, nikaribûn xwe ji wê xofê xilaskirana !
Di van salên dawî de jî gelek xofên din ji xwe re peyda kirin. Xofa rêxistina, xofa cerdevana, xofa JİTEM û nizam xofa qizûlqurtê… Civatê bi xwe ji xwe re jîyan sînor kir, derûnî ya xwe di nav jîyana sînorkirî de xerab kir mixabin. Ev xwebêbawerîyeke mezin bû, qidûm şikestîn bû. Lewma civak bê xof, bê tirs nikare azad tevbigere. Bawerîya xwe bi xwehêza xwe nayne û li dij pirsgirêkan bi çaplûkî diçe.
Hewceye ez babetê bi kurteçîrokekî bi xemlînim. “ Zilamek li qehwexanê bi heval û hogirên xwe re lîstok dileyze. Bilasebeb bi henekî carê bi ser yekî de di qîre. Xwedîyê qehwê dibê ‘ tu zêde di qîre dengê te pir derdikeve, hinek dengê xwe bibire lo’ Zilam dibê keko ez li malê ji pîrekê, li gund ji cenderme, li kar ji serkar, li dibistanê ji mamoste, li bajêr ji polîs, li leşkerîyê ji fermandar gelek tirsîyam li vir jî tu derketî pêş min; tu xwedê tu bise ez hinekî bê tirs li kêfa xwe mêzekim ma nabe!.. “ Mirov bi xwe ne bawer be, ji her tiştî xof girtin mimkûne bê guman.
Xûyaye divê mirov bi ser xofa de biçe ku xof derûnî ya mirov xerab neke, ji mirov re nebe pax. Bi xwe bawer bin ku xof we radest neke. Ji gefên rêxistinî û sîyasî jî netirsin. Ramanên xwe azad bînin zimên holê ji hedidkaran re nehêlin. Bi ser xofê de biçin bera ew ji we bitirse ku jîyana we radest hilnede.
26 Kewçêr 10
Tevger ÇEKDAR