Parlementoya Kurdistanê dicive
Di Derbarê vê mijarê de Seroka Grûba Kurdistanî ya li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Sozan Şehab ji AKnewsê re got, “ Piştî ku aliyên siyasî yên di nav parlamentoyê de ji wê çendê hatin piştrastkirin ku desteya hilbijartinan dê bi beşdariya hemû hêzên siyasî bibe dezgeheyeke niştîmanî, rûniştvanên parlamentoyê dê sibê ji nû ve, dest pê bikin.”
Hêjayê gotinê ye piştî ku aliyên mixalefetê yên di nav parlamentoyê de li ser vê yasayê li hev nekirin, zêdetirî hefteyek e, rûniştinên parlamentoyê hatine paşdexistin.
Endamê şandeya Hevbendiya Grûbên Kurdistanî Zana Rostayî berê dabû xuyakirin, di civîna dawîn ya şandeya wan a digel Serok Barzanî de tekezî li ser wê çendê hatiye kirin ku pêwîst e Desteya Hilbijartina Herêma Kurdistanê bi lihevkirinê bê pêkanîn.
Bizava Goranê vê dawiyê da xuyakirin, heta ku meseleya desteya hilbijartinê neyê çareserkirin ew beşdarî şandeya Hevbendiya Grûbên Kurdistanî ya ku gotûbêjan digel hêzên iraqî dike, nabin.
Heftayê borî Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî digel partiyên mixalefetê civiya û ji bo vê meseleyê çend çareseriyek hatin pêşkêşkirin û rêkeftineke pêşwext hate pêkanîn.
Naveroka nakokiya navbeyna Lîsteya Kurdistanî û hêzên mixalefetê vedigere birgeya 4ê vê yasayê ku Lîsteya Kurdistanê digot deste bila bi awayê piraniya dengan ya parlamenteran bê hilbijartin. Lê hêzên mixalefetê dibêjin divê pêşwext lihevkirin li ser vê meseleyê bê kirin û deste bi dengên 2/3ê parlamenteran bê pesendkirin.
Hêzên mixalefetê gefa wê çendê dixwin, eger hat û nêrîn û têbîniyên wan di vê meseleyê de neyên liberçavgirtin, ew dê ji Hevbendiya Grûbên Kurdistanî cihê bin.
(AKnews)