Civak

Xizrî hate darvekirin

Li gora ragihandina kanala Televizyona Aso Sat, doh tekoşerek kurd li zîndana bajarê Urmiyê hate îdam kirin. Doh di destpêka bernama Bergeh ya ku ji aliyê rojnemevan Cemal Batun ve tê rêvebirin, ragihandin ku  Hesen Xizrî li Urmiyê hatiye darvekirin.

Hesen Xizrî ji sala 2008-ê ve ji bo çelekiyên siyasî hatibû girtin û di zindana Urmiyê de bû. Hêja gelek çelekvanên kurd li Îranê di zindana de cezayê Îdamkirinê li ser wan heye.

Ew kesên ku dora darvekirinêne  beşek ji wan evin: Zeyneb Celaliyan, Şêrko Me’arifî, Hebîbûlla Letîfî, Samî Husênî, Cemal Mihemedî, Rustem Erkiya, Mistefa Selîmî, Enwer Rostemî, Îrec Mihemedî, Mihemed Emîn Agûşî, Ehmed Pûladxanî, Hesen Tale’î, ‘Ezîz Mihemedizade, Hebibulla Gulperîpûr, Ebdulah Sirurî, Reşîd Axkendî.

Back to top button