Civak

17 welat li Kurdistanê ji bo derxistina petrolê kar dikin

Elî Bello ji PNA re da xuyakirin, ku wezareta samanên suriştîyên herêma Kurdistanê heta niha 37 bondên derxistina petrolê bi 42 kompanyayên cîhanî re muhr kiriye.

Di vê bêjedana xwe de Elî Bello da nîşandan, ku çend kompanyayên din jî daxwaz kirine, ku ew jî li herêma Kurdistanê beşdarîyê di derxistina petrolê de bikin û dê ev daxwaza wan, bitê qebûlkirin.

Elî Bello got, ku her kompanyayeka ku bikaribe mercên wezareta samanên suriştîyên herêma Kurdistanê pêk bihîne, ew dikare beşdarîyê di derxistina petrola herêma Kurdistanê de bike.

Back to top button