Xeznewî bi fermana muftiyê Sûriyê hatiye teror kirin
Rêvebirê berê yê ofîsa ragehandina muftiyê Sûriyê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku bi fermana mufityê Sûriyê Ehmed Bedredîn Heson, şêx Meşuq Xeznewî hatiye kuştin.
Şêx Ebdulcelîl Seîd rêvebirê berê yê ofîsa ragehandina muftiyê Sûriyê ku, berî heyamekî ji rijêma sûrî veqetiyaye, di daxuyaniyekê de behsa çîroka kuştina şêx Meşûq dike dibêje:
– Şêx Meşûq Xeznewî serdana baregayê xwendinê îslamî li bajarê Şamê ku, dikeve nêzîkî ofîsa muftiyê Sûriyê, kiriye û her wê êvarê biryar bû digel mufityê Sûriyê Ehmed Bedredîn Heson bicive. Lê belê beriya dîdar pêk bê, Xeznewî terror kiriye.
Li gor Ebdulxelî, muftiyê Sûriyê heta nuha yek ji wan kesane yên ku bi dijwarî bergiriyê ji rijêma Beşar Esed dikin û “destê muftiyê Sûriyê di kuştin û dûrxistina gelek zanayên olî de heye.”
Berprisê berê yê ofîsa ragehandina mutiyê Sûriyê herwesa ew yek jî eîkere kir ku, ji destpêka şoreşa gelê sûrî heta nuha zîdetir ji 223 zanayên olî hatine girtin û bi awayekî direkt destê muftiyê Sûriyê di giretina wan kesan de hebûye.
Weke tê zanîn, şêx Meşûq Xeznewî ji bajarê Qamişloyê ye û di roja 10.05.2005ê de ji aliyê rijêma Beşar Esed ve hat girtin û piştî sê roja ji îşkencedanê kuştin.