Polîtîk

4 parlamenter ji Goranê cuda bûn

Her 4 parlamenterên Tevgera Goranê (Karwan Salih, Îsmaîl Gilaleyî, Peyman Ebdulkerîm û Ebdulrehman Zaxoyî) ji kutleya Goranê ya nav parlamentoya Kurdistanê îsîtfa kirin. 

Li dor vê mijarê parlamenter Ebulrehman Zaxoyî daxuyaniyek da çapemeniyê û piştras kir ku wan 4 parlamenteran ji kutleya Tevgera Goranê îstîfa kiriye û dê kutleyeke nû pêkbînin û got:

Roja çarşemiyê 4 parlamenterên tevgera Goranê bi nivîskê nameya îstîfakirina xwe gihanide kutleya parlamenterên Goran ya nav parlamentoya Kurdistanê û biyar daye ku weke firaksyoneke serbixwe, cuda ji tevgera Goranê,  di nav parlamentoya Kurdistanê berdewamiyê bi karê xwe bidin.

Zaxoyî got ku tevî îlankirina firaksyoneke serbixwe ji aliyê her 4 parlamenteran ve , lê hêşta wan tu nav ji bo firaksona xwe nedîtine.

Tevgera Goran hewil dide ku ew 4 parlamenter ji endam parlamenteriyê îstîfa bikin daku 4 kesin din li şûna wan deynin, lê ew bi tenê ji Goranê îstîfa dikin.

Li gor yasayê parlamentoya Kurdistanê tevgera Goran nikare wan 4 parlamenteran neçar bike ku ji parlamenteriyê îstîfa bikin. 

Yasazan Ehmed Wertî dibêje:

Li gor qanûnê, Tevgera Goran bi tu awayî nikare wan 4 parlamenteran neçr bike daku ji parlamenteriyê îstîfa bikin. Ew dikarin weke parlamenterên serbixwe di nav parlamentoyê de berdewamiyê bi karê xwe bidin. Bi vî awayî jî Goran nikare tu kesan li şûna wan deyne. 

Back to top button