Hesen Şerîf dê stranekê bi Kerkûkê bêje

Hunermedê pêşmerge Hesen Şerîf di daxuyaniyekê de ji rojnameya Evro re diyar ku ew nuha li Tirkiyeyê ye û amadakariyên alboma xwe ya nû dike.
Şerîf behsa alboma xwe ya nû kir ku biryare di Newroza îsla de bikeve bazarî got:
– Nuha karê alboma min a nû ji %90 bidawî hatiye û bi tenê Mixning û mastring maye. Lê me digel Vin Production kontraktek îmza kiriye û ew kompanî dê karên alomê bidawî bîne û belav bike.
Hunermend Hesen Şerîf behsa naveroka alboma xwe ya nû kir û got ku di alboma nû de weke albumen berê hindek stranên felsefî tê de hene û stranên dildarî û romansî jî bi awayekî modern hatîme amade kirin û got:
– Ya ji hemûyan giringtir di vê albomê de stranek li ser Kerkûkê heye. Kerkûk hêvî û xewina my hemûyan e ku begerê ser herêma Kurdistanê. Her kes dizane ku dîrok û resenatiya Kerkûkê kurdî ye. Ji ber vê yekê di albomê de li ser Kerkûka dilê Kurdistanê stranek nû heye.
Hunermendê pêşmerge got ku li ser jina kurd jî straneke bi navê Rondik heye.
Şerîf got ku ew albom wî ya nû dê di meha newrozê de derke û hêşta tu nav jê re diyar nekirine