Kultur

Dewlemendîya mûzîka kurdî(Vîdeo)

Sevda Kaplan

Mûzîka Kurdî bi eslê xwe ji gel tê û gelêrî ye. Ji demên bere de di nava civakê de helbestvan piranî jin in. Jinên xêmgîn in. Piranî kilamên  ku hatine nivîsandin  hîsên jinan tîne ser zimên. Dengbêjan van kilamana digirtin û bi gûnd bi gûnd digerandin û distrandin. Ev kilamana wisa di nav gel de belav dibûn. Bi rastî mûzîka Kurdî gelek dewlemd e. Mirov dikare bibeje ku ji sê mirovan yek helbestvan bû. Stranên ku dihatin strandin ji rihekê dest pê dikir heya dawîya stranê, wisa berdewam dikir. Di bendan de hew gotin dihat guherandin. Şaxên mûzîka Kurdî gelek in.Wekî,lawje,heyranok,pirêpayîzok,stranên karan hwd.

Lê ez dixwazim vê nivîsa xwe de qala stranên li ser karan bikim. Bi paranî bi komê, di bexçeyan de,di rezan de ,di bîstanan de,an jî  wexta ku xebatên li ser erdê de dihatin gotin. Hewcedarîya gotinên taybet  di teksên stranên li ser  karan de ne pêwîst bû. Ji hêla naveroka wê ve ,ji kîjan cureyê dibû bila bibe,ev stran dibû stranên li ser karan.Taybetîya van stranana ; karên ku dihatin kirin, tekîlîyên tevgerîyên bi stranê , aheng, tekîlîyên tevgerîyên bi melodîya re  dihatin kirin û usûlên ku bi girêdana  gotinan bû.Carna qîrandin bû. Ji van karan mirov dikare çend mînakan bide;

Kişandina sawar,mîrkut,çandinî,topkirina pembû,têşî,meşk,…Hwd.Stranên li ser karan carna dû sê însan kom dibûn û distrandin.Carna jî bi tena serê xwe dihatin gotin.Ji van stranan yek jî li ser mîrkut dihat gotin;

Mîrkut Mîrkut bînin vî alî
Nend û bendan vemalî
Doxê bigrin û rakin.
 Bila dangoh binalî ,
Him dano Him xwarino
Him jîyano Kesê nekin
Bê îmano Kesê bikin Jîn û jano
Ay ay ay ay……hwd…

Ji alîyê di ve jî  qîzên ciwan an jin,bi têşîya xwe hêrî dirêsandin û kilamên bi xêmgînî wekî ‘’Berdolavî’’ digotin û   merş çêdikirin.Piranî jin di zozanan de serê sibê zû radibûn û şîrê kû ji êvarê de kiribûn mayê û bûbû mast ,dikirin meşka û dihejandin.Dû jin li hemberî hev disekinîn meşkê xwe dihejandin kû rûnê malê dest pê bixin ,divê demê de jî stranên meşkê digotin.Naveroka wê dibe ku her tişt bibe, lê belê rîtma wê bi çûyin û hatina li gor meşkê bibe.Heta ku li hêla Colemêrgê wisa digotin; ‘’Tu jî meşkê re çiqas stranên eşq û heskirînê bibe jî ew qas rûnê malê zede derdikeve.’’ev jî bawerîyek bû.

Meriv dikare minakan zêde bike. Dîsa karên şerbetên tirî jî dikeve stranên karan.Wexta kû ev kar jî dihat kirin stranên cuda cuda dihatin strandin. Van stranên karan carna  li hevdû jî dişibîyan.Wekî, keldanîyan  jî dema  karê  rûn dest pê bikin  wan jî stran digotin.  Ji  meşkê re digotin ‘’Gudî’.’ Rîtîm û qalibên  gotinan dişibîya stranên Kurdan ..Keldanîyan ji bo ku şerabê dest pê bixin stranên tirî digotin, Mislimanên  Kurd jî, ji bo ku şerbetên tirî dest pê bixin digotin.Wekî ku me li jor jî qal kir şaxên stranên Kurdan û curên wê gelekî pir in. Divê mirov vana baş bizanibe û li gor pêşeroja mûzîka Kurdî bixebite. Piranî jî ev kara li milê hunermendên Kurd û helbestvanên Kurda ye…..

Stranên ku dema dirûtina genim de tê gotin.

 


Sevda Kaplan/nûçevan

 

Back to top button