Xeteka zîz di navbera “xiyanet” û niştimanperweriyê de…!
PKK her demî propagandeyek li ser derewa dike û di derbarê gelek bûyeran de dezenfarmasyona belav dike. Ev yek di tebîetê siyaseta PKKê de ye. Gelek kes siyaseta PKKê ya ne Kurdistanî ,ya li dijê destkeftiyên neteweyê Kurd rexne dikin niyeta wan a xirab eşkere dikin. Lê dixweyê ev yek gelek bandorê li xelkê di bin bandora siyaseta PKKê nake, bê guman sedemên vê hene mirov dikare bi rojan behsa van sedeman bike.
Lê car carê hinek berpirsên PKKê li xwe mikur têne. PKK vê yekê jî wek serkeftinekî radigihîne. Berê xwe bidinê belkî ev vîdeo bi dehên caran di medya civakî de hatiye weşandin. Lê cardin em jî biweşînin.
Ka binêrin rastiya Şengalê çiye? Ev berpirsa PKKê rastiya Şengalê bi kurtahî û bi zelalî dide xûyakirin. Vêca ka gelo pîvana zîz di nava xiyanet û niştimanperweriyê de çewe ye.?
Berpirseka xweseriya Şingalê(PKK) Riham Hico dibêje: Hukumeta Iraqê tu cara wek vê carê li Şingalê bi hêz nebûye. Ev jî saya serê PKKê pêkhatiye.
VÎDEO: