Cîhan

Xelîzade: Îraq ber bi dabeşbûnê ve diçe

Sefîrê berê yê Amerîkayê li Îraqê dibêje ku, eger serkirdeyên Îraqê di çend heftiyên bên de li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê li hev nekin, metirsiya dabeşbûna Îraqê minkine.

Di nivîseke xwe de ku, li rojnameya New York Times de hatiye weşandin, Zelamy Xelîlzade sefîrê berê yê Amerîkayê li Îraqê dibêje: ”Eger hikûmeta merkezî a Bexdayê hindek kêmasiyan li hember  kurd û suneyan neke, kurd dê neçar bin ber bi serbixwebûn û cudabûnê biçin…. Kurd cidî ne, pêwîste civaka navdewletî jî xwe digel realîteya nû hatiye rojevê, biguncîne.

Li gor Xelîlzade berprsiyarên bala yên hikûmeta nawendî ji wê reşa çêbûye berprisiyar in û daxwazê ji şîiyena dike kandîdê xwe ji bo posta serokwezîrtiyê yekalî bikin û dawiyê bi pirosesa bi siyasisîkirina sopa bîn in.

Xelîlzade dinîvîse ku, şertên herêma Kurdistanê ku beşdariyê di hikûmeta nû ya Îraqê de bikin; herêma Kurdistanê mafê hinartina neftê bo derve hebe, bi tyabetî nefta Kerkûkê, meseleya budceyê bi timamî bê çareser kirin û budceya herêma Kurdistanê serbixwe be û pêşmerge ji wan deverên niha lê ne paşde veneger in.

Sefîrê Amerîkayê bi guman e ku, hikûmeta Bexdayê şertên kurdan qebûl bike ji ber hindê kurd xwe ji bo serxwebûnê amade dikin. Pêwîste Amerîkya digel realîteya heye tevbigere û alîkariya Îraqê bike li dijî DAÎŞ ê û bo parastina herêma Kurdistanê jî alîkariya Hewlêrê bike.

Back to top button