Barzanî û Erdogan rewşa dawiyê nirxandin

Îro dûşem 14.07.2014 li dirêjahiya serdana Serok Barzanî ya Tirkiyê de, birêz Receb Tayîb Erdogan Serok Wezîrê Tirkiye li nivîsîngeha fermî ya Serokayetiya Wezîrên Tirkiye li bajarê Enqere pêşwaziya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel kir ku ji Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge û Kerîm Sincarî Wezîrê Navxo û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Cebar Yawer Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmergeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêkhatibû.

Li hevdîtinê de ku Wezîrê Derveyê Tirkiye û Wezîrê Navxoya wî welatî û hejmarek berpirsên bilind û şêwirmendên Hikûmeta Tirkiye jî amadebûn, tîşk xistin li ser rewşa nû ya Iraqê û ew alozî û qeyrana mezina ku Iraqê girtiye hate axaftin ku çawa bikarin dawiyê bi vê qeyranê be û guhertinên wiha li Iraqê pêkbê ku li berjewendiya hemû pêkhatên Iraqê bê û aramî û asûdeyî ji bo xelkê Iraqê vegerê. Li beşekî dinê vê hevdîtinê de balkişand li ser tehdîda teror û rehendên vê tehdîdê li ser Iraq û navçeyê jî kir.

Her li vê civînê de damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê xistin ber behs û Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê  li ser dû mijaran kar dike ku yek ji wan berdewambûne li proseya siyasiya Bexda ya wê yekê ku hikûmetek bê pêkanîn û ewê din jî karkirine li ser binyatnana Kurdistan û parastina hemû cûre tehdîdan.

Li vê kombûnê da ku dû demjimêr berdewamkir behsa peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye û çawayiya berfirehtirbûnê kirin û beşekî vê hevdîtinê ji bo wê kombûna dû qolî ya di navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Serok Wezîrê Tirkiye hatibû terxankirin.

Hêjayî gotinêye ku li dirêjahiya serdana Serok Barzanî ya Tirkiye, birêz Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Derveyê Tirkiye jî civiya.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: