Polîtîk

Xecê li Enqerê hate girtin

Rizgarî Online/ Şêwirmenda berê yê Celal Talabanî Hatice Yaşar ku bi navê Xecê di nava Kurdan de tête nasîn li Enqerê hate girtin, Yaşar, berî 12 îlona 1980yê bi sûcê ku ku ew birêvebiriya Kovara Rizgarî û paşê jî ya Ala Rizgarî kiribû ku li Tirkiyê derdiket, li gorî madeya 10 a li Dijî Tekoşîna Terorê ya qanûna Tirkiyê, hate girtin. Yasar nêzîkî 40 salane ku di nava siyaseta Kurda de wek jinek çalak dihate nasîn.

Yaşar demeke drêje li Başûrê kurdistanê dijîya û şêwirmendîya Celal Talabanî kiribû, her weha dosteke gelekî nêzîk ya hevjîna Talabanî Hêroxan bû,

Li gora agahîya ajansa CHAyê li gel navê Yaşar navên 40 kesên din jî wek bıhêne girtin henin.

Sedema girtina Yaşar wek „endambûna rêxistina cekdar“ hate destnîşankirin.

Piştî girtina Yaşar wê şandine zindana Sincan’ê.

Back to top button