Kî piştevaniya Tevgera Ciwanên Kurdistanê dike
Berpirsek yê Tevgera Ciwanên Kurdistanê bi gotenek gelek zelal û bi naverokêk netewî bersiva hinek gotinên tên kirin û herweha pirsa ku bi caran ji wan tê kirin da.
Li Bakurê Kurdistanê beşek mezin ji tevgera siyasî bi awayek pragmatîk bi hinek aliyan ve girêdayîne. Ji bo vê jî ji aliyekî kesayeta xwe ya siyasî nabînin ji aliyek din jî ne xwedî îradeyekîne.
Dema tevgerek derdikeve holê û bi awayek dilxweşî û dilpakijî siyasetê dike, pirsek ji wan tê kirin: Kî yan jî çi alî we rêve dibe? Kî li pişta wene? Taybetî dema em tevger tevgera ciwanana be, pirs gelektir dibe.
Li ser van gotinan berpirsek yê Tevgera Ciwanên Kurdistanê bersive van gotina da û got:
“ Ew kesên ji me dipirsin û dibêjin kî we rêvedibe yan jî kîjan alî xwedîdtiyê li we dike. Bersiva me eve: Kesayet û serokên netewî rê nîşa me dikin. Serokên netewî û remzên Kurdan yên wek Şêx Ubeydullah, Şêx Ebdullselam, Şêx Ehmed Barzanî, Mahmud Berzencî, Ehmedê Xanî, Îhsan Nurî, Ferzende Beg, Alîşêr, Seyid Riza, Şêx Seîd, Dildar, Leyla Kasim, Qazî Muhammed û Mistefa Barzanî me rêve dibin û li pişta mene.“
Sîdar Parêzwan
Tevgera Ciwanên Kurdistanê