Cîhan

Financial Tames: Rola Barzanî rolek gelek giringe

Rojnameya navdar ya Berîtaniyayê, Financial Tames di raporteke xwe de behsa rola serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di warê  aştiya herêmî  de û herwiha behsa rola wî di bihêzkirina bingeha abûriya Kurdistanê dike.

Rojnameya navborî di raporta xwe de nivîsandiye ku, her çend hikûmeta Tirkiyeyê piştî hilweşandina rejîma Besê hewl da daku, di warê abûrî de peyvendiyên xwe yên bi Îraqê re bihêz bike, lê belê nikarî li gel Îraqê peyvendiyên xwe bihêz bike û ligel Kurdistanê dest bi peyvendiyên xwe kir û niha peyvendiyên abûrî û siyasî yên di navbera Tirkiye û Kurdistanê de gelek bihêzin.

Her çend Tirkiye xwedan kêşe be ligel partiya karkerên Kurdistanê, lêbelê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo çareser kirina ev kêşeya han bi awayeke aştiyane roleke gelek girîng lîstiye.

Rojnameya han behsa vê yekê kiriye ku, hewldanên serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bûne sedema vê yekê daku, PKK û hikûmeta Tirkiyeyê li ser masa  danûstandinan rûnin û dest bi çareserkirina aştiyane ya pirsa kurdî li Tirkiyeyê bikin. (KTV)

Back to top button