Civak

Xebatkarek û pêşmergeyek dêrîn û bêtelekê pêşîn û şareza

Îsmaîl Seîd Tirwanişî 1939-01.09.2024

 Li demjimêr 4ê êvariya roja sêşemê  01.09.2024ê li Hola Pêşmerge li Navenda Qutabiyan li Zankoya Duhokê, çalakiyeka rêzlênanê li 67 salên xebat û têkoşîna pêşmerge û kadiroyê dêrîn yê bêtelê li her du şorreşên Îlon û Gulanê û xwediyê Medalyaya  Barzanî yê nemir remetî Îsmaîl Seîd Tirwanişî,  yê navdar bi Îsmaîl Lasilkî, hate saz kirin

Îsmaîl Lasilkî yek ji pêşmerge yê dêrîn yê şoreşa Îlonê û Gulanê bû û herwesa yek ji kadiroyên bêtelê yê herî pêşîn yê her du şoreşan bû.

Ev çalakîya bijarte ji aliyê malbata xwedêjêrazî   Îsmaîl Lasilkî ve hatibû amadekrdin  û Helgurd Qehar çalakî birêve bir. Gelek xebatkar  û pêşmerge,  piledar û fermande, şoreşger û kesukarên enfalkiriyan, berprsên hikumet û hizbî  û leşkerî û kesayetiyên civakî û cemawerê deverê bi giştî û dezgehên ragehandinê di vê  çalakiyê da amade bûn.

Di vê çalakîya bijarte da:

 Deqîqeyekê rawestiyan digel siruda Ey Reqîb bo rêzgirtin  li xebata pêşmerge û xwîna pîroza şehîd û enfalkriyan.

 Peyiva Parêzgeha Duhokê ji aliyê Cîgirê waliyê Duhokê birê Macid Seîd Salih Çemseydî ve hate pêşkeşkirin.

Çemseydî di peyva xwe da got ku, mirov xwe gelek dilşad û serbilind dibîne dema beşdariyê di çalakiyeka bi vî awayî da dike, amadebûna we yên birêz wefadarî ye ji bo xebat û tekoşîna Îsmaîl Lasilkî û hemû wan heval û hevçeperên wî yên birêz yên ku canê xwe kiriye qurbanî ji bona axa pîroza Kurdistanê û berevanîkirin ji mafên gelê Kurdistan û heta  gelê me  îro gehişitiye vê qobaxê ku em hemû şanaziyê pê dikin

 Di çalakiyê da 40 şemalk  hatine pêxistin  û 40 gulên spî li ber wêneyê xudêjêrazî Îsmaîl Lasilkî hatine danîn.

 Mehmûd Hirorî¨ berpirsê Dezgehê Pêşmerge yên Îlon û Gulanê/ tayê Duhokê, tivenga rehmetî û cilkên wî yên serdema pêşmergetiyê û Medalîya Barzani yê nemir ku, ji aliyê serok Mesud Barzanî ve bi medaliyaya Barizanî yê nemir ve hatibû xelat kirin,  digel hemû kelupelên  rehmetî yên serdema her du şoreşan  teslîmî nebiyên Îsmaîl Lasilkî kirin ku ew jî li ser rêya bapîrê xwe xebata ji bona mafên rewa yên gelê Kurdistanê berdwam bin.

 Xelatên rêzlênanê bo malbata rehmetî hatine pîşkêşkirin wek rêzgirtin bo xebat û rolê  şoreşgêrî û kurdperwerî yê wî  û malbata wî di nava tevgera rizgarîxwaza kurdistan da.

Îdrîs Îsmaîl Tirwanişî peyva malbatê  pêşkêş kir û di peyva xwe da spasiya berhevbûna mêvanan û amadebûyan kir û got ku,  beşdarbûn û amadebûna we nîşana rêzgirtinê ye, ne bes li 67 salên xebat û tekoşîna bavê min, lê rêzgirtine li xebat û tekoşîna wan hemû pêşmerge yên jiyana xwe û malbata xwe ji bo doza rewaya gelê Kurdistanê terxan kirî ye.

Her di çarcoveya vê çalakiyê da pîşnageha wêneyên qonaxên cuda ji xebata rehmetî di nav her du şoreşan da hatibû vekirin û beşdarên çalakiyê bi dîtina wan wêneyên dîrokî gelek dilşad bûn.

 Wekî me gotî di çalakîyê da gelek saziyên medyayê jî amade bibûn û wan dezgehên medyayiyê daxuyanî jî endamên malbatê û herwesa ji amadebûyan wergirtin û hemûyan çalakîyên bi vî awayî bi fer û giring zanîn.

Back to top button