Cîhan
İsrail li Suriye hinek bingeh kirin armanc
Îsraîlê êrîşî bajarê Palmîra yê Sûriyeyê kir. Di êrîşê de 36 kes mirin û 50 kes jî birîndar bûn.
Li gorî medyaya dewleta Sûriyê, Îsraîlê êrişî bajarê Palmîra yê Sûriyê kir. Di êrîşê de 36 kes mirin û 50 kes jî birîndar bûn.
Ajansa nûçeyan a dewleta Sûriyê SANA di nûçeya xwe ya li ser agahiyên peyamnêrê xwe de got, “Dengên teqînê yên li bajarê Palmîrayê hatin bihîstin, di encama êrîşa Îsraîlê ya li ser niştecih û bajarê pîşesazî ya li wê derê bû.”
Bajarê kevnar ê Palmîra di lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê de ye. Di sala 2015’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû girtin û beriya ku ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve bê vegerandin, beşeke wê hatibû rûxandin.