Kultur

Li Colemêrgê dengbejan stran gotin..

Bi însiyatîfa “Hakkari Promotion” ku erdnîgariya Colemêrgê dide nasîn, dengbej bi bernameya bi navê “Parzung” li qada dengbeja ya ku li Verda Culture Cafe ya Colemêrgê hatiye vekirin, tê nasandin.

Di bernameya Parzungê de ku wê her hefte bi malbatên dengbejên gundên Colemêrgê re bên cem hev, vê hefteyê jî dengbêj Sabrî Kaya, Hacî Kaya, M. Hanefî Taş, Bedel Tan, Îsa Tan û Alî Tugay ên li gundê Kavuşak (bi kurdî Bilecan) hatin mazûvaniyê.

Bernameya ku tê de stranên Dengbej, stranên gelêrî, Kurdî hatin pêşkêşkirin nêzî 2demjimêra berdewam kir.

Bernameya ku gel jî wek guhdar tê de beşdar dibe, her hefte rojên sêşemê li salona dengbejê ya ku li Kafeya Çandê ya Verda hatiye avakirin, tê lidarxistin.

Xwediyê malpera Hakkari Promotion Hamza Gündüz, diyar kir ku ew ê her hefte mazûvaniya dengbejên cuda bikin û wiha got: “Em ê çand, kevneşopî û erdnîgariya xwe bi pêş bixin. Weke Hekarî Promotion em ê bi bernameya bi navê Parzung dengbejên xwe yên li herêma Colemêrgê hem bi gelê xwe hem jî bi Tirkiyeyê bidin nasîn. Me roja sêşemê bernameya xwe ya yekem li dar xist. Bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin. Vê eleqeyê me jî kêfxweş kir. “Em berê spasiya her kesê ku piştgiriyê didin me dikin.”


Back to top button