RojevTeknîk

Xebatên li Kormorê ranewestiyane

Kompaniya Dana Gas daxûyakirin ku, êrîşên mûşekî yên çend roj berê, ti ziyanek dernexistine holê, ew bênavber proseyên berhemanînê didomînin.

Di daxuyaniya kompaniya Dana Gas de hat diyarkirin: “Êrîşên mûşekî yên çend roj berê ti ziyanek dernexistin holê, em bênavber proseyên berhemanînê didomînin, di heman demê de jî rêkarên ewlehiyê yên pêwîst, têne tundkirin, tenê bi awayekî demkî projeya berfirehkirina Kormorê KM250 hat sekinandin.”

Hat eşkerekirin ku kompaniya Dana Gas rasterast hevahengiyê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, ku ligel Hikûmeta Federal a Iraqê piştevaniyeke temam ji bo vê yekê hatiye nîşandan.

Dana Gas destnîşan dike, ji bo bersivdana van destdirêjiyan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû rêkarên ewlehiyê yên pêwîst li Kormorê girtiye ber xwe, di vê çarçoveyê de jî hejmareke zêdetir a hêzên ewlehiyê bi mebesta parastina kêlgehê, aniye navçeyê.

Projeya berfirehkirina KM250 veberhênana 630 milyon Dolar li xwe digirt, ku rêjeya berhemanîna gaz zêde dike. Li gor rêkeftineke firotina gaz ku di meha Adara 2019an de ligel Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê hat îmzekirin, Kompaniya Pearl Petroleum dê wê gaza zêde bifiroşe ji bo dabînkirina sotemeniya guncaw û paktir ji bo wêstgehên elektrîka navxwe, herwiha ji bo bilindkirina dayîna elektrîkê li Herêma Kurdistanê.

Projeya berfirekirina KM250 ji destpêka sala 2020an ve ji ber Koronayê (Covid-19) sal û nîv e hatiye sekinandin û di meha Nîsana borî de xebatên li ser vê projeyê dest pê kiribû.

Back to top button