PolîtîkRojev

Milîsên çekdar bi hêzên çend welatan êrişî Herêma Kurdistanê kirin û bi ser neketin

Generalê berê yê Iraqê Babekir Zêbarî dibêje, artêşa Iraqê şerê Pêşmerge nake û ne ligel wan grûpên ku bi mûşekan êrişî zeviyên petrol û gazê yên Herêma Kurdistanê dikin. Herwiha Babekir Zêbarî dibêje: ‘’Komên neyasayî yên Iraqê bi piştevanî û hêza çendîn welatan, li Pirde û Sihûla xwe li dijî Pêşmerge ceribandin û bi ser neketin.

Generalê berê yê Iraqê Babekir Zêbarî ji BasNewsê re got, di van rojên borî de civînek di nav artêşa Iraqê de hat lidarxistin û biryar hat dayîn ku artêş şerê Pêşmerge neke û li dijî reftara grûpên neyasayî ye ku berê êrişî Herêma Kurdistanê û cihên din ên Hewlêrê kiribûn.

Di berdewamiyê jîde Babekir Zêbarî dibêje: “Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê gelek bi hêz in û dikarin Herêma Kurdistanê biparêzin. Herî dawî van grûpên neyasayî li Sihêla û iardê bi piştevaniya çend welatên din êrişî Herêma Kurdistanê kirin lê bi ser neketin.”

Di dawiyê jî de Babekir Zêbarî aşkere dike gelê Herêma Kurdistanê gelê berxwedêr û niştimanperwer e û bi can û canê xwe dê ax û welatê xwe biparêze, bêguman Herêma Kurdistanê dê dijminên xwe têk bibe û ew têk naçe.

Back to top button