CîhanRojev

Hêzên taybet `pêvajoyek nehînî` rêvedibin

Li gorî rojnameya New York Times, her ku Rûsya operasyonên xwe yên leşkerî li Ukraynayê zêde dike, Ukrayna bi saya alîkariyên Amerîka û hevalbendên wê di rûbirûbûna Rûsyayê de serdikeve.

Rojnameyê ji zarê berpirsên Amerîkî û Ewropî ragihand ku hêzên operasyonên taybet ên Amerîkî “komando” di “pêvajoyeke nehînî” de hevahengiyê dikin da ku çekan bişînin Ukraynayê û toreke veşartî ya komando û pisporûn îstixbaratê alîkariya çek, istixbarat û perwerdeyê dikin.

New York Times destnîşan kir ku gelek operasyonên li derveyî Ukraynayê li baregehên li Almanya, Fransa û Brîtanyayê têne amade kirin.

Her çend serokê Dewletên Yekbûyî Joe Biden got ku ew ê leşkerên Amerîkî li Ukraynayê bi cih neke, hin karmendên CIA li Ukraynayê dixebitin, bi piranî li Kîevê, da ku projeyên mezin ên îstîxbarata Dewletên Yekbûyî bi rê ve bibin,. Bi dehan komandoyên ji welatên NATOyê, Brîtanya, Fransa, Kanada û Lîtvanya jî, li Ûkraynayê dixebitin.

Back to top button