CîhanRojev

Amerîkayê, êrişên li dijî Herêma Kurdistanê şermezar kir

 Wezareta Derve ya Amerîkayê êrîşa li ser gaz a Xor Morê şermezar kir û daxûyakirin ku, divê lêkolîn bê kirin û berpirs werin darizandin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price, di daxuyaniyekê de ragihand “Amerîka dê her bi hevbeşên xwe re be û êrîşên mûşekî û hawanî yên li ser Herêma Kurdistan şermezar dike, tevî sê êrîşên li ser qada neftê û gazê ya li Silêmanî di çar rojên borî de, ligel hevkarên xwe radiweste. Armanca van êrîşan nehîştina aramiya aborî ye û her wiha çêkirina astengan li ber serweriya Iraqê, parçebûn û tirsandinê ye.”

Xor Mor gundekî ser bi nahyeya Qadir Kerem a ser bi navçeya Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê ve ye ku Dana Gas û Nefta Neteweyî ya Îmaratê li wir veberhênana gazê dikin û yek ji wan deveran e ku di warê samanên xwezayî bi taybet neft û gazê de dewlemend e.

Di heyama 4 rojên borî de 3 caran êrîş li dijî qada gazê ya Xor Morê ya ser bi nahyeya Qadir Kerem hat kirin.

Şeva borî hêzeke mezin a Pêşmerge bi çekên “sivik û navîn” bo navçeya Qadir Kerem hatin şandin û paşê Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî serdana qada gazê ya Xor Morê kir û destnîşan kir, “Em ê ji bo parastina canê karkerên qada gazê bixebitin.” Her wiha Berdevkê Qubad Talebanî diyar kir ku pêwîstiya gazê ya welatiyan dê were parastin.

Back to top button