Polîtîk

Wezîrê pêşmerge û wezîrê navxwe diçin parlamentoyê

Heftiya bihêt dê wezîrê pêşmerge û wezîrê navxwe yên hikûmeta herêma Kurdistanê li ser daxaza serokatiya parlamentoya Kurdistanê di civînên parlamentoyê de amade bin û dê bûyerên vê dawiyê yên herêma Kurdistanê zelal bikin û berisva parlamente bidin.
Wisa biryare şêx Cefer şêx Mistefa wezîrê pêşmerge dê di civîna roja yekşemiya bihêt de amade bibe û Kerîm Şingarî wezîrê navxwe dê di civîna roja çarşemiyê de amade bibe.

Kemal Kerkûkî serokê parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniyekê de got ku bi armanca lêkolînê li ser bûyerên vê dawiyê yên herêma kurdistanê û daxazên xwenîşanderan, parlamentoya Kurdistanê di heftiya bihêt de du civînên awerte saz bike. Civîna yekem roja yekşemiyê ku têde wezîrê pêşmerge û civîna duyem jî roja çarşemiyê wezîrê navxwe tê de amade bin

Back to top button