Polîtîk

Beşar: Me beşdarî civîna serokê Sûrî nekiriye

Hinek kesên ku hukumeta Sûrî ew destnîşan kirîn li ser daxwaza serokê Sûrî Bişar Esad çûn şamê û li ger Esad hevdîtinek kirin. Esad hinek berpirsên eşîrên Ereb û kurd ji bo hevdîtinekî dawetî Şamê kirîbûn. Ew çîn û li gel Esad  hevdîtinek pêkanîn.

Li ser vê hevtînê Sekretêrê Partiya Demokrat a Kurd le Sûriya (Alpartî), Dr. Abdulhekîm Beşar di pêwendiyeke telefonî de, bo ajansa Peyamnêr got: Em weke tevgera siyasiya Kurd li rojavayê Kurdistanê me beşdarî di kombûna bi serokê Sûrî re nekiriye û ew kombûn ji aliyê dezgeha asayîşa hukûmeta Sûriya ve hatibû rêxistinkirin.

Li vê derbarê de çend jêderên nûçeyan belav kiribûn ku kurd tevlî kombûna Beşar Elesed bûne, Dr. Adbulhekîm bo vê weha got ku ew çend kesên ku beşdarî di wê kombûnê de kirine ji derveyî xwe nûneratiya ti aliyekî siyasî di Sûriya de nakin û diyare her ew jî girêdayê hukûmeta Sûrîne. Derveyî vê heta weke niha hukûmeta Sûrî ji derveyî xizmetgozarî û tiştê seresere bi ti şêweyekî din temaşeya pirsa kurd li wir nake, herweha ewên ku ji netewên din ku beşdarî di wê kombûnê de kiribûn weke kesayetên Ereb û Xiristiyanî ewê ku doh tevlî wê kombûnê bibûn ew jî hinek kes bûn û nûnerayetiya ti netewan nekirine.

Derbarê helwest û biryarên tevgera siyasiya kurdî li Suriya Dr. Abdulhekîm Beşar got: Eger hukûmeta Sûriya niyaz bê diyalokê li gel netewa Kurd danê, pêwîste daxwaza kombûnê bi rayedarên kurdan re bike, ne here bangî hinek kesan bikê ku ji xwe bihtir nûnertiya kesî nakin û weha jî got kû diyalok jî pêwîstî bi bernameyekî û tewerekî rêkûpêk heye.

Wekî din ji bo hevwelatiyên kurdên Rojavayê Kurdistan, gelo li dijî hukûmet derdikevin meydanan û nerazîbûna xwe nîşandidin? Di vê bareyê de Beşar got: Em di vê şevê de li encûmenê siyasiya Kurd li Sûriya de kombûnek me heye û gutûbêja vê mijarê dikin, lê tê texmîn kirin ku di van deman de xwepêşandanên cemawerê Kurd li rojava berferehtir bibe bo daxwaza mafên xwe yên rewa û em jî piştevaniya wê dikin.

Wekî din li dirêjiya daxuyaniya xwe de got: Eger gênc û lawên kurd li Rojavayê Kurdistan li dijî Hukûmet derkevin kolan û meydanan û nerazîbûnên xwe bi rêya xwepêşandana derbixin hole, ew dibê zextekî baş li ser hukûmeta Sûriya û weha neçar dibê ku giftûgo û diyaloka siyasî bi kar bînê.

Di derbarê xwepêşandanê de li daxuyaniya xweya ji bo ajansa Peyamnêr sekretêrê partiya Pêşveroya Demokratiya Kurdê Sûrî got: Xwepêşandanên cemawerî yên xelkên Sûrî rewaye û weha xelk daxwaza mafên xwe yên rewa dike, em jî weke Kurd ku parçeyekin ji gelê Sûrî beşdarî li xwepêşandanan dikin.

 Hemîd Hacî Derwêş hişyarî da ku nêzîke hemwelatiyên Kurd jî bi şêweyekî berfereh beşdariyê di xwepêşandanên cemawerîyên Sûriya de bikin.

Back to top button