Polîtîk

Opozisyonê daxaza hilweşandina hikûmetê kir

Duhî li baregayê sereke yê tevgera Goranê li Silêmaniyê serokê her sê parityên opozisyonê civiyan û helwestê xwe li hember bûyerên herêma kurdistanê ragehand.

Di civînê de ku, Newşêrwan Mistefa serokê Goran, Selahedîn Behaedîn emîdarê giştiyê Yekgirtuya Îslamîya Kurdistanê û Elî Bapîr emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê amadebûn, li ser hilweşandina hikûmeta herêma Kurdistanê, avakirina hikûmeteke demkî û pêkanîna hilbijartinên pêşwext li hev kir.
Her sê aliyên opozisyon li ser van xalên li jêr linhev kir:

1- Hilweşandina hikûmeta herêma kurdistanê û avakirina hikûmeteke demkî li ser esasê tewafiqê.

2- Wezîfeya hikûmete demkî dê xweamadekirin be ji bo hilbijartinên pêşwext.

3- Aliyên opozisyon bi bernameyeke hevbeş dê digel partiyên desthilatdar li ser wan meseleyên li jor diyalog bikin.

Nûçeya peywendîdar:

https://rojevakurd.com/politik/7187-Sib-opozisyon-biryara-xwe-dide.html

Back to top button