6'ê Avrêl
6’ê Avrêl
Di sala 2005’an û di rojekî wekê îroyê de Serokê Yekîtiya Nîştimanê Kurdistan Celal Talabanî bû Serok Komarê Iraqê.
Celal Talebanî (bi soranî: Celal Tallebanî, جەلال تاڵەبانی, bi erebî: جلال طالباني, Jalāl Tālabānī) siyasetvanek kurd û serokkomarê Îraqê ye.
Talebanî di sala 1933-an de li Başûrê Kurdistanê li gundekî girêdayî Dokanê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya destpêkê û navîn li Koysinceq û ya lîseyê li Hewlêr û Kerkûkê qedand.
Di ciwaniya xwe de Talebanî beşdarî xebata siyasî bû ye, ew di sala 1951-ê de weke endamê Komîteya Navendî ya PDK hate hilbijartin. Di 1953-an de wî li zanîngeha Bexdayê dest bi xwendina hiqûqê kir û ligel hinek hevalên xwe yên xwendekar bi awayekî dizî Yekîtiya xwendekarên Kurdistanê damezirand. Di sala 1956 de ji ber xebata xwe ya siyasî dest ji xwendinê berda.
Sala 1961-ê ligel Mele Mistefa Barzanî dest bi şerê çekdarî kir. Piştre ji ber cudabûna bîr û baweriyên siyasî di navbera wî û Mele Mistefa Barzanî de di 1964-an de ji PDK cuda bû û Partiya Şoreşgerî ya Kurdistanê damezirand.
Di sala 1970-î de piştî peymana 11-ê Adarê careke din li Mele Mistefa Barzanî vegeriya. Piştî têkçûna peymana 11-ê Adarê di navbera Kurdan û hikûmeta Îraqê de di sala 1975-an de, Talebanî sala 1975-an Yekîtiya Niştimanî Kurdistan ava kir.
Celal Talebanî bi keça nivîskarê navdar Îbrahîm Ehmed a Hêro Xanim re zewicî ye.
Talebanî bi hunera xwe ya dîplomasiyê nasdar e.
Di 6’ê avrêla 2005-an de Talebanî bi hilbijartinê bû serokkomarê Îraqê.