Civak

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Newroza Serokê Herêma Kurdistanê pîroz kir

 Wezîrê derveyê Turkiye cejna Newrozê li serokê herêma kurdistanê pîroz kir û got ku Newroz sedemeke biratî, jiyan, hevrêtî û kêfxweşiyê ye.

Îro duşemê 20-03-2023 Bi helkefta cejna Newrozê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyek ji wezîrê derveyê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu wergirt.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê Werîzîrê Derve yê Tirkiye Çavuşoglu di nameya xwe de cejna Newrozê li Barzanî pîroz kir û ev cejn bi sedema bihêzkirina biratiyê, sembola nûbûn, vejîn, pêkvejiyan û bexteweriyê wesif kir, ku di dirêjahiya dîrokê de ronka têgihîştina mirovî ya jiyanê ye.

Werîzîrê Derve yê Tirkiye Çavuşoglu amaje bi wê yekê kir ku ji ber erhejê 6 sibatê welatê wan bi xemgînî pêşwaziyê li Newrozê dikin. Herwiha Çavuşoglu spasiya Nêçîrvan Barzanî jî kir ku serdana Tirkiyê kiriye û serdana navçeyên erdhejê kiriye û hevxemiya xwe jî bo qurbaniyên erdhejê diyar kiriye.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê “hêviya aştî û bexteweriyê ji bo Tirkiye û cîhanê, saxlemî, bextewerî û selametiyê ji bo Nêçîrvan Barzanî û gelê Herêma Kurdistanê xwest.”

Back to top button