Civak

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî bi helkefta Newrozê

 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja duşemê 20.03.2023ê , bi peyameke vîdyoyî cejna Newrozê û sersala nû ya gelê Kurd li tevaya kurdistaniyan pîroz kir.

Ev li jêr teksta peyam Serok Nêçîrvan Barzanî:

Gelê Kurd û Kurdistaniyên hêja li Kurdistanê û li her dera cîhanê bin.

Bi germî û ji kûratiya dil cejna Newroz û sersala Kurdî li we hemûyan û li malbatên serbilind yên şehîdan pîroz dikim. Silav û hurmet ji bo yek bi yek; dê û bav, hevjîn, zarok, xwûşk û bira û kesûkarên şehîdan.

Pîrozbahiyê, silav û rêz ji bo Pêşmerge yên mêrxas, ji bo asayîş, polîs, dijeteror û tevaya hêzên emnî ku asayîş û aramiya Kurdistanê diparêzin.

Pîrozbahiyê, silav û rêz ji bo hemû wan kesên ku di her warê kar û fermanberiyê da xizmetê dikin û di avadankirin, pêşdebirin û geşbûna Kurdistanê da beşdar û hevbeş in.

Newroz cejna pîroz ya neteweyî ya Kurdan e. Cejna serketin, xwebawerî, serbilindî û rûmetê ye. Sembola rabûn û vejîna ruhê Kurdewarî, evîna jiyan û mirovdostiyê ya Kurdan û tevaya gelê Kurdistan e. Newroze di giyan, xwîn, hinav û derûnê her Kurdekî da xwesteke ji bo rizgarî, azadî, jiyaneke serfiraz, geşbûna hêvî û umêd ji bo paşerojeke baştir nû dibe.

Agirê Newrozê, dîsan wek her car bawerî, hêz û qiweta me ji nû ve geş dike. Ji ber vê yekê Kurd neketiye û qet nakeve jî, ji ber ku serê her biharekê, digel yekem meşxela Newrozê ruhê berxwedan, azadî û serfiraziyê di her Kurdekî da zindî dibe.

Azadî û destkeftî berhema ruhê Newroza neteweyê Kurd û gelê Kurdistanê ne. Bi can, xwîn, hêsir û têkoşîn û berxwedana bi dehan salan a têkoşerên Kurd û Kurdistanî hatine bidestxistin.

Me hemûyan duhiya bindestî û zilmê li bîr e. Me hemûyan girtin, kuştin, koçberî, şewitandin, wêrankirin, îmhakirin, kîmyabaran, Enfal û jênosîda li bîr e û tu carî ji bîr me naçin. Lê van hemûyan nekarîn îradeya gelê Kurdistanê ya ji bo jiyan, azadî û serfiraziyê bişkînin! Ji ber ku digel pêxistina agirê yekem yê her Newrozekê da Kurd ji nû ve radibin û bi gerimtir dest pê dikin.

Di Newrozê da evîn û xweşewîstiya Kurd û gelê Kurdistanê ya ji bo azadiyê, ji bo ax û welatê xwe, ji bo neteweya xwe ji dayîk dibe. Ev sira vejîn û rabûneve ya vî miletê zindî ye ku bi zilm û çekê herî bihêz yê serdem têk neçûye û qet têk naçe.

Gelê Kurd û Kurdistaniyên hêja..

Werin em Newroz û Bihara Nûbûnê digel xwe, digel malbat, kesûkar û hevalên xwe ra bikin nûbûna rêzgirtin, hezkirin, lêborîn û lihevhatin û aştbûnê.

Di warê siyasî da jî, em Newrozê bikin derfetek nû ji bo hevkariya hevbeş, hevpejirandin û bi hev re karkirinê. Ji bo ku em bikaribin li Herêma Kurdistanê pirsgirêk û nakokiyên hene derbas bikin û digel Bexdayê bi hev ra bi yek deng û yek helwest, bi diyaloga li ser bingehê destûrê pirsgirêkan çareser bikin.

Bi vê helkeftê, ez bang li aliyên Iraqî dikim ku bi ruhekî niştimanî yê Iraqiyane ku ji hizb, etnîk, ol û mezheban derbas bibe, em hemû bi hev ra ji bo Iraqekê kar bikin ku welatê me hemûyan be. Iraqek ku aştî, aramî, serwerî, jiyan û rûmet a niha û paşeroja nifşên wê parastî be. Em bi hev re dikarin Iraqê ji bo hemûyan bikin welatekî baştir.

Em digel Hikûmeta Federal ya Iraqê li ser rêyeke rast diçin. Pêngavên wê hêvîdar û umêdbexiş in. Çareserkirina pirsgirêkan, avakirina bawerî û pêbaweriyê di navbera alî û pêkhateyan da dê Iraq bibe welatekî bi hêz, parastî û rêzdar. Herêma Kurdistanê, di çarçoveya destûrê da, ji bo serxistina karnameya hikûmetê û prosesa siyasî û prensîpên demokrasiyê li Iraqê hemû alîkariyan pêşkêş bike

Kurdistaniyên hêja

Geşt, seyran, heyecan û kelecana Newrozê nîşana ruhê zindî yê Kurd û Kurdistaniyên jiyanparêz û aştîxwaz e. Ew karnevala rengîn a ku em li xwezaya bedew a Kurdistanê pîroz dikin, ji xwesteka kûr a ji bo jiyan û aştiyê, ji bo bextewerî û rehetiyê, ji bo lihevhatin û aştbûnê dizê, beşeke girîng ji nirx, giyan û bihayên çanda neteweya me ye.

Em li Herêma Kurdistanê destê biratî, pêkvejiyan, hevpejirandin û lêborînê dirêjî hemû gel, netewe û pêkhateyên Iraq, welatên cîran, navçe û cîhanê dikin. Em her kesî piştrast dikin ku wek her car emê bibin faktorê aştî û aramiyê û parêzvanên yekîtî û berjewendiyên hevbeş.

Ez pîrozbahiyê li wan gel û neteweyan dikim yên ku cejna Newrozê pîroz dikin. Silav û hurmet ji bo piştevaniya welatên dost, civaka navdewletî, dîplomatkar û rêxistinên wan li Herêma Kurdistanê. Hêvîdar im hemû Newrozeke xweş derbas bikin.

Ez daxwazê ji welatiyên hêja dikim ku di dema geşt û seyranan da li xwe miqate bin û paqijiya jîngeh û xwezaya bedew a Kurdistanê biparêzin. Pêgîriyê bi rêkarên hatinûçûnê bin.

Cejna Newrozê li we hemûyan pîroz be û her sala bi xweşî be.
Sala serkeftin û pêkanîna xewnên we be.
Cejn û bênvedaneka xweş û aram ji we hemûyan re dixwazim.
Her serfiraz bin.

Back to top button