Wezîrê derve yê Nemsayê bi heyeteke 60 kesî ve li Hewlêrê

Vê êvarê, roja çarşemiyê 16.11.2011,  wezîrê derve yê Nemsayê bi serdanerke fermî gihişte herêma Kurdistanê û li firokexaneya Hewlêrê ya navdewletî ji aliyê bepirsên herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kiirn.

Michael Spindelegger cîgirê serok wezîr û wezîrê derve yê Nemsayê bi serokatiya heyetekê ku ji 60 bazirgan û sermayedarên nemsawyî pêk tê, ji bona xurtkirina têkeliyên abûrî û bazirganî bi herêma Kurdistanê re û ji bona beşdarîkirin di korbenda abûrî û bazirganîya navbera Kurdistan û Nemsayê ku biryare di 17ê vê mehê de li Hewlêrê bi saz kirin, bi serdaneke fermî gihiştin Hewlêrê. 

Her îro piştî gihiştina heyeta nemsayî, li Hewlêrê diggel Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê civiyan.

Di civînê de ku wezîrê çavkaniyên samanên xwezayî, wezîrê navxwe, wezîrê bazirganî û serokê konseya sermayerazandinê yên herêma Kurdistanê amade bûn,  têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Nemsayê û çewaniya pêşxistina wan têkeliyan di hemû waran de hatin behis kirin û div ê çarçoveyê de serokê hikûmeta herêma Kurdistanê daxaz ji heyeta Nemsayê kir ku zêdetir hevkarî û pêştevniya tecrûbeya herêma Kurdistanê bikin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: